Rapora Sûrê: Ji ber ku AKP’ê deng nestend hildiweşîne!

SAMER’ê têkildarî Sûrê raporek amade kir û bal kişand ser vê yekê ku dixwazin demografiya polîtîk û etnîk a Sûrê biguherînin.

Navenda Lêkolînên Siyasî û Civakî (SAMER) têkildarî hilweşandinên dagirker ên li ser navê ‘Veguherîna Civakî’ ya ku li taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûrê tê kirin, raporeke çavdêrî û lêkolînê weşand.

ARMANCA DEWLETÊ ÇI YE?

 Di raporê de li gorî şêniyên taxê û nûnerên civakî yên sîvîl, bi valakirina taxan re dixwazin van tiştan bikin:

“1. Dixwazin demografiya etnîk û polîtîk a Sûrê biguherînin.

2. Dixwazin giyanê çandê ya herêmê biguherînin, bi vî tiştî re dixwazin bîrê kor bikin.

3. Êrîşî çanda jiyanê ya hevgirtinê dikin.

4. Bi veguherîna civakî re dixwazin ranteke ekonomîk bi dest bixin.

5. Wê tax û hemû Sûr li gorî konsepta ewlekariyê were sazkirin. Tê gotin ku wê li Sûrê 6 qereqol werin avakirin û jixwe hebûna gelek wesayîtên polîsan û yên bi zirx îspata vî tiştî ne.”

Di heman demê de di raporê de hate destnîşankirin ku xwediyên xaniyan naxwazin ji malê xwe derkevin.

GELO JI BER KU HDP DENGEKÎ ZÊDE STEND EV TIŞT TÊN KIRIN?

Di raporê de daneyên Saziya Bilind a Hilbijartinê û Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê hene. Li gorî daneyan beriya “qedexeya derketina derve” li gorî encamên hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an HDP’ê ji sedî 81,56 deng stendiye. Di hilbijartina 1’ê Mijdara 2015’an de ya ku “qedexeya derketina derve” hebû HDP’ê ji sedî 75,7 deng stendiye. Di raporê de ev nirxandin hate kirin, “ Sûrê di hilbijartinan de bi rêjeyeke zêde deng daye HDP’ê. Meyla taxên Alîpaşa û Lalebeyê jî bi vî rengî ne.”

ENCAM

Di raporê de di beşa encaman de ev tişt hatin diyarkirin:

“1. Şêniyên Alîpaşa û Lalebeyê naxwazin mal û dikanên xwe terk bikin. Sedemên vî tiştî jî wekî jiyana hevgirtinê ya li Sûrê, bîranînên wan ên li van taxan û berdêla kêm a ku dixwazin bidin xaniyên wan, tê destnîşankirin.

2. Heta ku ji malê xwe werin derxistin, terknekirina malên xwe xwe, wekî berxwedanê dibînin. Vî tiştî wekî polîtîkaya koçberiya darê zorê dinirxînin.

3. Di tu qonaxên vê projeyê de li fikr û ramanên şêniyên taxê nehatine pirsîn û bi ser de bêyî haya wan biryar hatine wergirtin.

4. Dixwazin ku qutkirina cereyan û avê ya li taxa wan were sekinandin û saziyên dewletê berpirsyariyax we ya tenduristiya civakî bi cih bînin.

5. Ji ber van tiştan tê xuyakirin ku hemû biryaran wekî meseleyeke polîtîk dinirxînin. Şêniyên taxê gazî partiyên siyasî û saziyên sîvîl ên civakî dike ku bila werin piştgiriya xwe diyar bikin.

6. Ji ber sedemên cihê yên zagonî, hilweşandina li van taxan bêhiqûqî ne û ne li gorî zagonên Tirkiyeyê û ne jî li gorî zagonên navneteweyî ne.”