Rapora Roboskiyê hate pejirandin
Rapora Roboskiyê hate pejirandin
Rapora Roboskiyê hate pejirandin
Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsa Tirk Rapora Komîsyona Qilaban a derbarê Komkujiya Roboskî ku têde 34 Kurd ji aliyê balafirên artêşa ve hatin qetilkirin a piştî 15 mehan şûnde hate amadekirin pejirand. Endamê Komîsyonê Parlementerê BDP'ê Ertugrul Kurkçu axivî û wiha got: "Em gihiştin encama herî xirab a wijdana gundiyên ji Roboskiyê hatin. Bûyera di 34 caran cezayê muebetê bê xwestin de derbarê kiryaran de tu daxuyanî tune ne."
Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovana Meclîsê bi serokatiya Parlementerê AKP'ê yê Sakaryayê Ayhan Sefer Ustun li hev civiya û Rapora Roboskiya ya ji aliyê Komîsyona Qilabanê ve hate amadekirin nirxand. Ligel eleqeya çapemeniyê gelek wekîlên BDP'ê û endamên komîsyonê tevlî civînê bûn. Di rapora ji 84 rûpelan pêk tê de tu delîlên bûyer bi zanebûn hate kirin tuneye.
'BELGE JI BER BIRYARA VEŞARÎ NEŞANDIN'
Serokê Komîsyona Qilabanê Parlementerê AKP'ê Îhsan Şener têkildarî raporê de agahî dan û pêvajoya 34 welatiyan jiyana xwe ji dest da vegot. Şener, diyar kir ku wan ji Serfernadariyaê û MÎT'ê agahî xwestin lê ji ber biryara "veşarî" belge neşandin. Parlementerên BDP'ê Hasîp Kaplan û Adîl Kurt li hemberî raporê bertekên xwe anîn ziman.
Ayhan Sefer Ustun, diyar kir ku di xebatên komîsyonê de rastî tu astengiyan nehatin Wezareta Parastina Neteweyî û Serfernadarî ji wan re bûn alîkar lê piştî Serdozgeriya Komarê ya Amedê debarê dosyayê de "biryara veşariyê heye" girt rewş guherî.
Parlementerê CHP'ê Levent Gok, diyar kir ku dema dest bi xebatê kirin di civakê de bendewariyek mezin hebû, lê piştî demekê hewildanên bûyerê veşêrin ên hikûmetê pêk hatin û wiha got: "Rapor lekeyekî reş e. Di vê metînê de wijdan, mafên mirovan, edalet û lêborîn tune ye."
Gok, anî ziman ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrên Navxweyî yê berê Îdrîs Naîm Şahîn gotibûn "di nav wan de dibe ku terorîst hebûn" û wiha axivî: "Îdrîs Naîm Şahîn daxwa xwe li raporê da. Parlementerê MHP'ê Atîla Kaya jî wiha got: "Di raporê de 'Me nekir dewletê kir' hatiba gotin dê hêj bi bawer ba. Bepirsiyarê vê yekê hikûmet e. 34 welatî di encama nirxandina şaş de jiyana xwe ji dest da."
"34 CARAN CEZAYÊ MUEBETÊ PÊWÎST E'
Parlementerê BDP'ê Ertugrul Kurkçu jî wiha got: “Em gihiştin encama herî xirab a wijdana gundiyên ji Roboskiyê hatin. Bûyera di 34 caran cezayê muebetê bê xwestin de derbarê kiryaran de tu daxuyanî tune ne." Kurkçu, diyar kir ku komîsyon bi radestkirina raporê dê karekî dîrok bike û wiha axivî: "Dilşkestina gundiyan û êşa ew dikêşin ji aliyê komîsyonê ve tê zanîn. Heke ji wan lêborîn bê xwestin ev yek li ser navê Meclîsê ji bo careke din bi wan re aştiyê bikin dê tevkariyekî mezin pêk bîne. Lê heke rapor wisa bê qebûlkirin ev dilşkestin dê li her derê Tirkiyeyê belav bibe. Bi mîlyonan kesên weke wan hîs dikin baweriyê bi meclîsê naynin."