Rapora Roboskiyê dê neyê belavkirin
Rapora Roboskiyê dê neyê belavkirin
Rapora Roboskiyê dê neyê belavkirin
Serokê Komîsyona Qilebanê Îhsan Şener, diyar kir ku rapora têkildarî komkujiya Roboskiyê de amadekirin nêzî 70 rupelan e û dê raporê ji endamên komîsyonê re bê xwendin lê nayê belavkirin.
Serokê Komîsyona Jêrîn ê Qilebanê yê di bin banê Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê Îhsan Şener li Meclîsê têkildarî raporê de pirsên rojnamegeran bersivandin. Şener, anî ziman ku dê îro komîsyon bicive û wiha got: "Hefteya bê jî li komîsyona jor bê nîqaşkirin wê demê dê pêşkêşî Serokatiya Meclîsê bê kirin." Şener bersiva pirsa "Dê îro biqet?" wiha da: "Hêvî dikim ku dê bi qete. Înşallah dê xilas bibe." Şener, bersiva pirsa, "Çima hûn belavnakirin?" jî wiha da: "Raporê terorê tenê endamên komîsyonê girtin. Ji ber vê yekê em wisa dikin. Ji ber Serokatiya Meclîsê hinek weşand li wir pêşnuma tê weşandin. Piştî li komîsyona jor hate dîtin dê ji serokatiya meclîsê re bê aşndin." Şener da zanîn ku rapor nêzî 70 rûpelan e.