Rapora li ser Girtîgeha Sîlîvriyê: Nexweş zêde ne, tevdîr kêm in

Parêzvanên mafên mirovan, malbatên girtiyan û hiqûqnasan li ser Girtîgeha Sîlîvriyê raporek amade kirin. Di raporê de hate ragihandin ku li girtîgehê zêdeyî 100 nexweşên bi vîrûsê hene, lê tevdîr kêm in.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD); Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), têkildarî serdana 22'ê Gulanê ya li Girtîgeha Sîlîvriyê raporek amade kirin.

107 KES NEXWEŞ KETINE, 15 KOXÛŞ DI KARANTÎNAYÊ DE NE

Di raporê de hate ragihandin ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Hejmara 7 a Sîlîvriyê, bi 5 girtiyan re hatiye axaftin û hatiye gotin, li koxûşekê 38 kes tên hiştin û pirsgirêkên kuxikê hene.

Di raporê de hate ragihandin ku li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 7'an 15 koxûş di karantînayê de ne û 107 girtî jî bi nexweşiya vîrûsa koronayê ketine.

TEVDÎR KÊM IN

Saziyan diyar kirin ku girtî nikarin bi hêsanî malzemeyên paqijiyê yên şexsî peyda bikin û girtî 2 meh in dernaxînin revîreyê, rojnameyan jî nadin wan.

Di raporê de hate gotin, hin gardiyan maske û lepikan bi kar nînin, dermankirin û dezenfektekirin jî bi têrkerî nehatiye kirin, guhertina koxûşan kiriye ku vîrûs belav bibe û nikarin xwe bigihînin doktoran.

Di raporê de hate gotin, "M.F.Ç. û A.K. ji roja ku hatine girtin 80 roj in li hucreya yek kesî tên hiştin" û parêzer jî nikarin bi hêsanî hevdîtinê bi muwekîlan re bikin.

DIVÊ ÇI BÊ KIRIN?

Di raporê de hate gotin, "Rewşa stokê ya li kantînan kêm e" û tiştên divê bên kirin destnîşan kir. Di raporê de hate xwestin, malzemeyên paqijiyê radestî girtiyan bên kirin, bi têrkerî paqijî bê kirin, girtiyên nexweş, extiyar, bi zarok û ducanî bên berdan, pêşniyarên TTB'ê li ber çavan bên girtin û raya giştî bê agahdarkirin.