Rapora HDP'ê ya li ser hîleyên dema hilbijartinê

HDP'ê li ser dek û dolabên ku rejîma AKP-MHP'ê di dema hilbijartinê de gerand, raporek amade kir.

HDP'ê binpêkirina mafên mirovan a dema hilbijartinên 24'ê Hezîranê bi raporekê eşkere kir.

Di raporê de hate bibîrxistin ku hilbijartin di nava Rewşa Awarte de bi şert û mercên newekhev hatiye kirin û hate gotin, "Bi zext, zordarî û hîleyan encamên hilbijartinê hatine manîpulekirin. Ji bo serweriya meclîsê bikeve destê tifaqa AKP-MHP'ê hemû derfetên dewletê hatine bikaranîn. Ji bo HDP di binê bendê de were hiştin bi rêk û pêk kampanya îftira û derewan hatiye meşandin. Derbasbûna HDP'ê ji benda hilbijartinê di rewşeke wiha de serketin e. Lê belê ji ber ku hilbijartin di nava mercên azad, wekhev û adîl de nehate kirin, encamên wê ne rewa ne."

Di raporê de hate ragihandin ku li gorî destûra bingehîn diviyabû Wezîrên Karên Hundir û Edaletê beriya hilbijartinê îstifa bikira, lê belê di vê hilbijartinê de îstifa nekirine û vê yekê bandoreke neyînî li encaman kiriye.

DEMÎRTAŞ GIRTIN, ÎFTIRA LÊ KIRIN

HDP'ê di rapora xwe de bi bîr xist ku namzetê wan ê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş neçar maye kampanya xwe ya hilbijarinê ji girtîgehê bimeşîne û wiha dewam kir: "Rayedarên hikumetê bi taybetî jî Erdogan îftira û derew li Demîrtaş kirin û hewl dan civakê bixapînin."

Di raporê de hate ragihandin ku hemû saziyên cemaweriyê di kampanya hilbijartinê de ji bo tiafqa AKP-MHP'ê xebitîne û budçeteya sergirtî jî ji bo wê tifaqê hatiye bikaranîn.

GEF, ASTENGÎ, KOMKUJÎ...

Çend ji xalên ku di raporê de hatin destnîşankirin wiha ne:

"Ji bo mirovên xaniyên wan hatin xerakirin, dayina malên TOKÎ jî weke amûreke gefxwarin û şantajê hate bikaranîn. Waliyan li gelek cihan gotin, "Eger hûn deng nedin AKP'ê wê xizmet neyê."

Bi biryara yekkirina sindoqan re bandor li 200 hezar dengî hate kirin.

Ji bo serlêdanên endametiya desteya sindoqê demeke kin hate dayin û li gelek cihan rayedarên cewaweriyê serlêdan bêyî hincetekê nîşan bidin, red kirin.

Roja dengdanê li gelek cihan bi gef, zext û êrîşan pêşî li muşahîdan hate kirin ku karê xwe bikin.

Saziyên medyayê veguherîn amûreke êrîşê ya hikumetê û Erdogan. Ji bilî weşana ku bi qanûnê hatiye destnîşankirin, TRT'ê qet cih neda HDP'ê.

Heyetên çavdêr ên neteweyî û navneteweyî hatin astengkirin.

Li Pirsûsê ji ber şerê ku bi destê namzetê AKP'yî û çekdarên wî ve hate derxistin, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li nexweşxaneyê, welatiyekî me li pêş çavên hêzên ewlekariyê û kamerayan bi tupê oksîjenê yê li serî hate xistin, yekî din jî bi jêkirina qirika wî hatin kuştin.

Ji 22 bajaran 100 serlêdanên ji ber binpêkirina mafên mirovan li maseya krîzê hatin kirin.

Li Pirsûsê piştî gefa bi çekan a li dengdêran hate xwarin, 3 HDP'yî bi kêrê birîndar bûn. Li navçeya Qereçoban a Erzîromê, ji ber şerê navbera du malbatên dengê xwe dan, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li navçeya Keçîorena  Enqereyê, Wêranşar a Rihayê, Esenler, Umraniye, Çekmekoy û Sûltanbeylî yên Stenbolê û li Bolûyê êrîş li avahiyên HDP'ê hatin kirin."