Rapora Girtîgeha Kurkçulerê: Êşkence hate kirin

Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Edeneyê diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê êşkence hatiye kirin.

Serokê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Edeneyê parêzer Tûgay Bek duh çû serdana girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê û raporek amade kir. Di raporê de hate diyarkirin ku bi girtiyên bi navê Fatîh Ozgur Aydin, Ûmût Gunduz Altûn, Fîkret Kara û Sezaî Demîrtaş hevdîtin hatiye kirin û gardiyanan êrîşî çalakiya ji bo endama Grûp Yorûmê Hêlîn Bolek kiriye.

Bek got ku “Gardiyanan êrîşî girtiyan kirin. Li ser bedena girtiyan şop hebû û ev jî diyar dike ku êşkence li girtiyan hatiye kirin.               

Di raporê de hate diyarkirin ku tevdîrên ji bo koronavîrusê bi awayekî formalîte tê kirin û girtî heman maskeyê bi rojan bi kar tînin.