Raperîna gel li her çar aliyên Îranê dewam dike

Rejîma Îranê duh li gelek bajaran mola, besîc û karmendên xwe li hev civand û çalakiyên dijber li dar xist. Li dijî van çalakiyan, gelê Îranê duh êvarê bi daxwaza azadiyê li gelek bajaran daket qadan.

Çalakiyên gel ên li dijî xizanî û rejîma zordar a mola dest pê kir, li gelek wîlayet û bajarên Îranê dewam dikin. Duh êvarê jî çalakger daketin qadan û dirûşmên "Mirin ji dîktatoriyê re" û "Kar, nan, azadî" hatin qîrîn.

Rejîma Îranê duh li gelek bajaran mola, besîc (hêzên paramîlîter), karmend û alîgirên xwe li hev civand û çalakiyên dijber li dar xist. Gel jî li dijî van çalakiyan, danê êvarê bi daxwaza azadiyê daket qadan.

Li wîlayetên paytexta Tehran, Îlam, Kerec, Xuzistan, Lorîstan, Kirmaşan, Mazenderan, Îsfahan, Şîraz, Kerec, Hemedan, Ehwaz, Fars û Xorasanî Razavî û li gelek bajarên ser bi van wîlayetan di navbera çalakgeran û hêzên rejîmê de şer derket.

Li Tehranê ku yek ji cihên herî zêde hêza leşkerî ya rejîmê lê hatiye civandin, piştî çalakiyên duh bi şev ên li gelek cihan, danê vê sibehê li hemû meydanên bajêr û kolanên qelebalix polîsên sivîl hatin bicihkirin.

Li bajarê Mescîd Suleyman ê wîlayeta Xuzistanê, duh êvarê di dema çalakiyan de dengê çekan hate bihîstin. Li bajarê Ehwazê jî li hin cihan di çalakiyan de şer derket.

Wekî din li bajarê Guherdeşt ê wîlayeta kerecê besîc û hêzên bi motorsîklet ên rejîmê êrîşî gel kirin. Çalakgeran jî bersiv dan êrîşê û di encamê de dest danîn ser gelek motorsîkletên van hêzan û şewitandin.

Bajarên din ên ku duh êvarê çalakî lê hatin lidarxistin ev in: Îlam, Kirmaşan, Xuramabad ê ser bi Lorîstanê, Melayer ê Hemadanê, Desfûl ê Xuzistanê, Kazirun ê Farsê, Şîraz û Cokabad ên Îsfahanê, Sebzewar ê Xorasanî Razavî û Noşer ê ser bi Mazenderanê.