Rakel Dînk: Werin em kevokan bifirînin
Dînk: Werin, em kevokan bifirîn in. Weke Çûtagmin gotî: Werin beriya her tiştî hevdû fêm bikin, werin em rêz ji êşên hev re bigirin, werin em hev bidin jiyîn.
Dînk: Werin, em kevokan bifirîn in. Weke Çûtagmin gotî: Werin beriya her tiştî hevdû fêm bikin, werin em rêz ji êşên hev re bigirin, werin em hev bidin jiyîn.
Ji ber salvegera 10. a kuştina Berpirsyarê Weşana Giştî ya rojnameya Agosê rojnamevanê Ermenî Hrant Dînk, bi hezaran kes li ber avahiya TRT'ê ya li Harbiyeyê li hev civiyan. Girseya gel bi qîrîna dirûşma "Ev 10 sal in em Hrant in, edalet wê bi ser bikeve" ber bi avahiya Agosê ya li Şîşlî meşiya, ku Dînk li vê derê hatibû kuştin.
Girseya gel, ku qurnefîl pê re bû, pankarta bi nivîsa "Em ê ji bîr nekin, em ê efû nekin" vekir.
Polîsên Tirk destûr nedan ku pankarta bi nivîsa "Dewlet a kujer wê hesab bide" veke. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Onûr Hamzaoglû, zanyara ziman Necmiye Alpay û nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl, rêxistinên girseyî yên demokratîk, partiyên siyasî û sendîkayan tevlî bûn.
Di meşê de dowîzên bi Kurdî, Tirkî û Ermenî "Em hemû Hrant in, Em hemû Ermen in", "10 sal in em Hrant in" û "Em ê edaletê bi dest bixin" hatin hilgirtin û dirûşmên "Bijî biratiya gelan" "Dewleta kujer wê hesab bide" hatin qîrîn.
Di bîranînê de deqeyek rêz ji bo kesên ku di rêya azadî û aştiyê de jiyana xwe ji dest dane hate girtin û bîranînek ji dengê Dînk hatibû amadekirin hate guhdarkirin.
Piştre hevjîna Dînk, Rakel Dînk xîtabî gel kir û ev tişt anî ziman:
EV 10 SAL DERBAS BÛ
10 sal. Tam 10 sal. Bêyî te qet nerehet e. Nebûna te, nebûna li cem hevzkiriyê xwe, hele bi planekî namerdî ji bin girtin bi êş e, tijî êş û xemgînî ye.
Ji kesên ku êşa wan 20 sal in, 30-40 sal in berdewam dike re ez niha çi bibêjim? Ji kesên ku zarok dikujin re ez niha çi bibêjim?
10 sal in kezeba min dişewite, rondikên min nanê min çawa şil dike, çiqaş bi xwê ye bi jiyankirinê ev hînî van bûm. Li hemberî kîn û hêrsê çawa li ber xwe didin bi lutfekî serbilindî hîn bûm. Dema ku ez nebûne te difikirim heman gogê agirê bedema min dişewitîne weke ku ez cermê xwe rakim wê agir bifire dibe.
DI NAVA 10 SALAN DE WELAT VEGERIYA GOLA XWÎNÊ HESKIRIYÊ MIN
10 sal in çi qewimî. Ax hezkiriyê min. Qatlîama Meletiyê, îskenderun, Sevag Balikçi, Roboskê, bûyerên Geziyê, Pirsûs, Amed, Sûr, Merdîn, Nisêbîn, Cizîr, Şirnex, Tahîr elçî, Enqere, 15'ê Tîrmehê, Maçka, îzmîr, Dîlok, Ortakoy, balafirgeh û şerê li Rojhilata Navîn. Operasyon, terorê hê çi û çi... Welat vegeriya gola xwînê. Hinekan xwesti bi xwîna mirovan serê xwe bişon. Kabosekî welat dorpêç kir. Mirov ditirsin, nikarin bêhnê bigirin. Kesayet di bin piyan de man. Rûmet hatin şikandin, hatin biçûkdîtin.
Dayik weke ku zarokên xwe bidin ax ê zarokên xwe anîne. Zayînan teşwîq dikin lê kesek parastina jiyana kesên ku ji dayik dibin nafikire. Her roj her şev qetilkirin ku tên kirin, cînayetên kar, kuştinên jinan jî jixwe ji cînayetên siyasî nayê hesibandin. Kesek nagire li ser xwe.
Hêza terorê û di bin terora hêzê de ya ku dibe dîsa tê serê gelan. Kî çi dibêje tiştên ku tê serê me naguherîne. Terora ku dewlet dibêje min li dijî terorê vekiriye jî derdikeve heman cihê. Ev dewlet rojekî li Ebû Gureybê dibe Amerîka, roja din li Helebê dibe Rûsya, rojekî li Başûrêrojhilat dibe Tirkiye, sibetirê li dijî muxalîfan Sûreye... Rojekî bayê ku ji bakur tê zeviya mirinê diçine, rojekî ya ji başûr tê... Yên ku berhemên bi lenet kom dike jî dîsa em in, dîsa gel e... Cenazeyên zarokan li peravên me dixin... Ma ji vî wêdetir heye?
MIROV BÊDENG BÛN HATIN BÊDENGKIRIN
Ey erd û asîman... Ey çiya û derya... Rabin bibin şahid. Hûn bibin şahidê xwîna ku dikeve li ser vî ax ê. Ji ber ku mirov bêdeng bûn, hatin bêdengkirin. Mirin, hatin kuştin. Hêza ku şînê bigire menaye. Zordarî û hovîtiyên ku tên kirin sînor derbas kirin. Aqil sekiniye, aqil hatin tunekirin.
Rabin çiya, derya, erd û asîman... Hûn bibin şahid. Hûn bibin şahidê dîrokê û îro. Hûn bibin şahidên giranbûna gunehan, pirbûna cînayetan, vemirandine jiyanan. Hûn bibin şahidê lîstikên Îblîs ên bi dawî nabe, derew û bêperwatiyên bi dawî nabin. Hûn bibin şahidê yên ku edaletê berovajî dikin.
ME ÊŞÊN XWE BI HEVRE PARVE KIR
Dostên hêja. Ev 10 sal in em bihevre ne. me gotibû di êş ê de em bûne xizim. Me çîrokên xwe vegot. Guhdar kir. Tenê bihevre jiyankirin na bi wekhev û şadî jiyankirin girîng e, bi rûmet û azad jiyankirin. Werin em li vî welatî tirsa kevakon rakin. Em tiştekî bi kevakon nekin. Wekî ku Çûtagemin got: "Werin destpêkê em hevdu fêm bikin."
Bîranîn bi dirûşman ve bi dawî bû.