'Rabe Berkîn cejn hat'
'Rabe Berkîn cejn hat'
'Rabe Berkîn cejn hat'
Platforma Piştevaniya Taksîm Berkîn Elvan ê 14 salî yê di çalakiyên Parka Gezî de ji ber bombeya gazê ji serê xwe birîndar bû û 123 roj in di beşa lezgîn de tedawiyê dibîne ziyaret kir. Platformê got, "Em ê heta berpirsiyarên vê hovîtiyê hesab bidin li pey wan bin."
Platforma Piştevaniya Taksîm, Berkîn Elvan ê di çalakiyên Parka Gezî de li Okmeydanê ji aliyê polîsan ve bi bombeya gazê ji serê xwe birîndar bû û 123 roj in di beşa lezgîn de tedawiyê dibîne li Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdeyê ya Okmeydani ziyaret kir. Bi dehan kesên li ber nexweşxaneyê kom bûn pankarta "Rabe Berkîn cejn hat" vekirin. Li ser navê Piştevaniya Taksîm Gurkan Akgun ê axaftineke kurt kir û got, "Berkîn 123 roj in razaye. Em zanin wê Berkîn şiyar bibe. Di roja me de mirovên ji bo cîhaneke hîn xweştir, baştir û hîn demokratîktir dijîn bi şîddeta polîsan re rû bi rû tên. Heta berpirsiyarên vê hovîtiyê hesab bidin em ê li pey wan bin."
Paşê bavê Elvan axivî û ev xusûs anîn ziman: "Berkîn hîn zarok e tu fikra wî ya siyasî nîn e. Înşeallah rabe."