Qurbaniyên komkujiya Garê hatin bîranîn

Kesên ku li pêşiya Gar a Enqereyê bi rengekî hovane hatin qetilkirin, di meha 56'an de hatin bîranîn.

Beriya pênc salan di 10'ê Cotmeha 2015'an de di dema mîtînga ked û demokrasiyê de komkujî hatibû kirin û 103 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Di meha 56'an a komkujiyê de li meydana Gar a Enqereyê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.

Di çalakiya bîranînê de dirûşma "10'ê Cotmehê ji bîr neke, nede ji bîrkirin" hate qîrîn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevseroka komeleya 10 Ekîm Derê Mehtap Sakîncî Coşgûn axivî û xwest ku ji bo bîranîna qurbaniyan peykerekî bîrdariyê bê danîn.

Coşgûn bi bîr xist ku rûniştina darizandina 16 bersûcên fîrarî ku ji sûcê li dijî mirovahiyê tên darizandin wê di 16'ê Tîrmehê de pêk were û got, "Me ev pêvajo her tim şopand, lê belê ji bo raya giştî ya Tirkiyeyê jî piştgiriya vê daxwaza edaletê bike, divê em bêhtir bixebitin."