Qurbaniyên Komkujiya Gar a Enqereyê hatin bîranîn

Qurbaniyên Komkujiya Gar a Enqereyê ku di sala 2015’an de bêhtirî sed kesî jiyana xwe ji dest dan, di meha xwe ya 114’emîn de hatin bibîranîn.

Komkujiya Gar di 10’ê Cotmeha 2015’an de li qada mitînga ‘Aştî û Demokrasî’ ku bi pêşengiya Hêzên Ked û Demokrasiyê hatibû birêxistinkirin, pêk hatibû.

Di encama êrîşa bombeyî ya ku DAÎŞ’ê li Qada Gar a Enqereyê pêk anî bû de 104 kes welatî jiyana xwe ji dest dabûn.

Çalakiya bîranînê bi pêşengiya ‘Komeleya Aştî ya 10’ê Cotmehê’ di 114’emîn meha xwe de hat lidar xistin. Di çalakiya bîranînê de gelek kes amade bûn.

Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Berdevkê Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Îhsan Seylan axivî û diyar kir ku, berpirsyariyên rastîn nehatine darizandin û got ku malbatên qurbaniyan gelek caran hatine darizandin. Seylan, diyar kir ku edalet tê tinekirin û got, "Heta berpirsyarên rastî bên darizandin em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatin Kanat jî got, " Divê maf û azadiyên bingehîn bên misogerkirin û tu kes ji ber raman, nasname û baweriya xwe neyê çewisandin. Divê her kes xwedî mafê hemwelatiyên wekhev bin û her kes li mafên xwe xwedî derkeve û edaletê bixwaze. Li ser zemîneke wiha em ê ala aştiyê ya bi rûmet bilind bikin.”