Qurbaniyên fermana Şengalê li Torontoyê hatin bîranîn

Li bajarê Toronto yê Kanadayê, di salvegera 6'an a êrişên qirkirinê yên li ser Şengalê de qurbaniyên fermanê hatin bîranîn.

Di salvegera 6'an a fermana 3'ê Tebaxa 2014'an de ku çeteyên DAÎŞ'ê ji bo qirkirinê êriş bir ser Şengalê, li Navenda Civaka Kurd a Torontoyê qurbaniyên fermanê hatin bîranîn.

Civîna bîranînê di şexsê qurbaniyên fermanê de şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Bi navê Hevserokên Meclîsa Gelê Kurd a Torontoyê daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, "Bi hezaran Êzidî hatin kuştin, gelek kes ji tîna mirin, bi sed hezaran kes koçber û perîşan bûn. Jin hatin kolekirin û firotin, dîl hatin girtin. Kiryar û berpirsyarên fermana 73'an şermezar dikin û minetdarê wan kesan e ku bi hewara Şengalê ve çûn."

Civîna bîranînê bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.