Qurbaniyên 10'ê Cotmehê hatin bibîranîn
Qurbaniyên Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqere hatin bibîranîn. Di çalakiya bîranînê de hate gotin,''Hêrsa me didome û wê neqede.''
Qurbaniyên Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqere hatin bibîranîn. Di çalakiya bîranînê de hate gotin,''Hêrsa me didome û wê neqede.''
Di meha 59'an a Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqerê de kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan li Meydana Garê hatin bibîranîn. Di bernameyê de wêneyê 103 kesên ku hatibûn qetilkirin hate hildan.
Seroka Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10'ê Cotmehê (10 Ekim Der) Mehtap Sakinci Coşgun got divê ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane bîrdariyek were danîn. Coşgun bi bîr xist ku doza komkujiyê wê 21'ê Îlonê be, ew ê li danişînê hazir bin û diyar kir komkujiya 10'ê Cotmehê deqeke reş e di dîroka Komara Tirk e.
Coşgun her wiha got, ''Mirovên ku me ji dest dan mezin nebûn, bavên zarokên me çûn, diyên zarokên me, hêrsa me didome, wê neqede, di sala 5'an de em bi hêrsa xwe, bi daxwaza xwe ya aştiyê werin vir.''