QSD'ê nasnameya 16 şehîdan eşkere kir

QSD'ê nasnameya 16 şervanên ku di berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyan de şehîd bûn eşkere kir.

DAXUYANIYA TÊKILDARÎ ŞEHÎDAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nasnameya 16 şervanên xwe eşkere kir ku di berxwedana bi heybet a li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûn.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Di berxwedana hêzên me ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 16 hevreyên me gihaştin asta şehadetê.

Hevreyên me yên ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundewarên Heleb, Minbic, Pira Qereqozaqê, Bendava Tişrînê û gundewarên rojhilatê Dêrazorê şehîd bûne, rihê welatparêzî û exlaqê bilind ê parastina gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îfade dikin.

Hevreyên me yên berxwedêr ku li tevahî eniyên berxwedana li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dersên giran dan dijmin, heya dawiyê li ber xwe dan, tevahî êriş têk birin û bi xwîna xwe ya pak nirxên bilind ên welatparêzî û girêdana bi axê xwe nîşan dan.

Hevreyên me şehîd Şadî Ebdo, Eymen El Serhan, Ebûd Elî, Beşar Yûsif, Mehmûd Osman, Mihemed Nûr El Ehmed, Mihemed Seîd, Mihemed Şêx Mihemed, Kawa Hebşo, Qusey El Marûf, Fewaz Mihemed, Bîlal El Şêx Ehmed, Emar Hisên, Ehmed El Mele, Îbrahîm Menla Xelîl û Mihemed Îbî li hember dagirker û çeteyan xwe kir mertal, li ser bedena wan a pak xeyalên dijmin û planên wê yên mêtingeriyê têk çûn û bi saya wan êriş hatin şikandin.  Tevî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di şer de hemû çekên pêşketî û balafirên şer û dronên nûjen, tank û tevahî cûreyên obîsan bi kar anîn, lê hêza wan li hemberî îradeya hevreyên me fêda neda wan. Careke din şehîdên me îsbat kirin ku îrade û baweriya însan di şerê çarenûsî yê li hemeberî dijmin de, çeka herî bi hêz e.

Em sersaxiyê ji xwe û ji tevahî malbatên şehîdên xwe re dixwazin. Di heman demê de em teqez dikin ku berxwedan û têkoşîna me wê dewam bikin heya tevahî êrişên li ser herêmên me werin şikandin û xeyalên şehîdên me pêk werin û têkoşîna me bi serketinê tacîdar bibe.”

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

Nasnav: Seydo Qamişlo
Nav û paşnav: Şadî Ebdo
Navê dayikê: Eşwaq
Navê bav: Îsa
Cih û dîroka jidayikbûnê: Reqa, 1999
Cih û dîroka şehadetê: Minbic, 8 Kanûn 2024

Nasnav: Elî Til Birak
Nav û paşnav: Eymen El Serhan
Navê dayikê: Fida
Navê bav: Xerbî
Cih û dîroka jidayikbûnê: Til Birak, 2000
Cih û dîroka şehadetê: Minbic, 9 Kanûn 2024

Nasnav: Şahîn Cebel
Nav û paşnav: Ebûd Elî
Navê dayikê: Seîda
Navê bav: Xelef
Cih û dîroka jidayikbûnê: Hesekê, 1998
Cihê û dîroka şehadetê: Dêr Hafir, 7 Kanûn 2024

Nasnav: Çiya Gilîdax
Nav û paşnav: Beşar Yûsif
Navê dayikê: Şemsa
Navê bav: Mihemed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê, 2000
Cihê û dîroka şehadetê: Pira Qereqozaq, 8 Kanûn 2024

Nasnav: Demhat Hilinc
Nav û paşnav: Mehmûd Osman
Navê dayikê: Emîne
Navê bav: Emîn
Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê, 1999
Cih û dîroka şehadetê: Dêr Hafir, 7 Kanûn 2024

Nasnav: Egîd Hesekê
Nav û paşnav: Mihemed Nûr El Ehmed
Navê dayikê: Wedha
Navê bav: Casim
Cih û dîroka jidayikbûnê: Hesekê, 2004
Cih û dîroka şehadetê: Zirgan, 9 Kanûn 2024

Nasnav: Şervan Torman
Nav û paşnav: Mihemed Seîd
Navê dayikê: Fehîma
Navê bav: Derwîş
Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê-Torman, 2005
Cih û dîroka şehadetê: Minbic, 9 Kanûn 2024

Nasnav: Mihemed
Nav û paşnav: Mihemed Şêx Mihemed
Navê dayikê: Fatim
Navê bav: Ehmed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê- Berx Batan, 1981
Cih û dîroka şehadetê: Pira Qereqozaq, 9 Kanûn 2024

Nasnav: Çiya
Nav û paşnav: Kawa Hebşo
Navê dayikê: Cemîla
Navê bav: Daban
Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê-Torman, 2002
Cih û dîroka şehadetê: 4 Kanûn 2024, Kobanê

Nasnav: Ciwan Hesekê
Nav û paşnav: Qusey El Marûf
Navê dayikê: Şekîbe
Navê bav: Ehmed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Hesekê-Recman, 2005
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor, 8 Kanûn 2024

Nasnav: Dilsoz
Nav û paşnav: Fewaz Ehmed
Navê dayikê: Emîne
Navê bav: Elî
Cih û dîroka jidayikbûnê: Minbic, 2003
Cih û dîroka şehadetê: Dêr Hafir, 7 Kanûn 2024

Nasnav: Bîlal
Nav û paşnav: Bîlal El Şêx Ehmed
Navê dayikê: Ferîde
Navê bav: Yehya
Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêr Hafir, 2000
Cih û dîroka şehadetê: Minbic, 9 Kanûn 2024

Nasnav: Birûsk Hesekê
Nav û paşnav: Emar Hisên
Navê dayikê: Heyfa
Navê bav: Mihemed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Hesekê, 2004
Cih û dîroka şehadetê: Minbic, 9 Kanûn 2024

Nasnav: Sincar
Nav û paşnav: Ehmed El Mele
Navê dayikê: Nicûd
Navê bav: Mihemed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Hesekê, 2005
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazo, 8 Kanûn 2024

Nasnav: Masîro
Nav û paşnav: Îbrahîm Menla Xelîl
Navê dayikê: Senwa
Navê bav: Mihemed Elî
Cih û dîroka jidayikbûnê: Serêkaniyê, 2006
Cih û dîroka şehadetê: Sirîn, 7 Kanûn 2024

Nasnav: Amargî Mexaric
Nav û paşnav: Mihemed Îbî
Navê dayikê: Xalisa
Navê bav: Moro
Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê-Mexaric, 2006
Cih û dîroka şehadetê: Minbic, 9 Kanûn 2024.