Qirkirina olî û qewmî ya li dijî Tamîliyan dewam dike

Qirkirina olî û qewmî ya li dijî Tamîliyan dewam dike

Serokê Forûma Global Tamîl Father Emmanûel û Profesorê Dîrokê Peter Cahlk di panêleke li paytexta Swêd Stockholmê de diyar kirin ku qirkirina fîzîkî ya li hemberî gel û gerîlayên Tamîlê di sala 2009'an de hat kirin, niha jî bi şêweyê qewmî, çandî û olî dewam dike. Di axaftinan de hat destnîşan kir ku Hikûmeta Srî Lanka hewl dide welat veguherîne dewleteke yek netewe û yek olî.

Serokê Forûma Global Tamîl ku rêxistina sîwanî ya Tamîliyên li Dîasporayê dijîn Father Emmanûel da xuyakirin ku tevgera gerîla ya li Srî Lankayê weke nerazîbûne li polîtîkayên tundiyê yên dewletê derketiye holê, lê belê piştre rastî sûcdariya terorîst a welatên emperyalîst hatiye û anî ziman ku Hikûmeta Srî Lankayê ya piştgirya 40 welatan stend, di sala 2009'an de li hemberî gel û gerîlayên Tamîlê qirkirinek daye meşandin. Emmanûel Netweyên Yekbûyî jî bi piştgirîdayîna qirkirinê ya ku artêşa Srî Lankayê kir, tawanbar kir.

Emmanûel diyar kir ku di hilbijartinên herêmî yên çend meh berê de Tamîliyan serketineke mezin bi dest xisine û partiyên Tamîlê ji sedî 65 ê dengan wergirtine û got, "Tawanbariyên ku dibêjin Tamîlî dê welat perçe bikin, tawanbariyên ne rast û ne heq in. Ne dewleteke cuda em xweseriyeke demokratîk dixwazin. Ev yek dikare bi guhertina destûra bingehîn pêk were. Lê belê dewlet hewl dide bi tundiyê van daxwazên mafdar ên Tamîliyan tine bike."

PIŞTÎ ÊRÎŞA LI HEMBERÎ TEVGERA GERÎLA, AZADIYA RAMANÊ BI TEMAMÎ JI HOLÊ RABÛ

Emmanûel ragihand ku li dû êrîşa tinekirinê ya li hemberî tevgera gerîla, Hikûmeta Srî Lankayê zextên xwe yên li hemberî gelên Tamîlê zêde kiriye û destnîşan kir ku dewletê zor daye gelê Tamîlê ku ola xwe biguherîne, êrîşên xwe yên li hemberî hindekahiyên Xiristiyan û Misliman zêde kiriye, êrîşî mizgeftan kiriye û bi polîtîkayên asîmîlasyonê re hewl daye dewleteke ji yek netewe û yek olî ava bike. Emmanûel ragihand ku gelê Tamîlê yê ji hêza gerîla bêpar maye, di rewşeke neçariyê de ye, travma dijî, lewma di bûyerên xwekujiyê de zêdebûn derketiye holê. 

Profesorê Dîrokê Peter Chalk jî ku bi lêkolînên xwe yên li ser pirsgirêka Tamîlê tê naskirin ragihand ku qirkirina li hemberî Tamîliyan îro jî bi awayên cuda dewam dike û destnîşan kir ku bi tinekirina pilingên Tamîlê bi rêya çekan re, hewl hatiye dayîn gelê Tamîlê hem di warê qewmî hem jî di warê olî de were asîmîlekirin.

Chalk da xuyakirin ku divê welatên endamên Neteweyên Yekbûyî mijarê têxin rojevê û li hemberî tinekirina gelê Tamîlê helwestê nîşan bidin û diyar kir ku di vê mijarê de li welatên cuda xebat tên meşandin. Chalk anî ziman ku demokratên sosyal ên Elman û Danîmarkî der barê mijarê de li hevkirinek derxistine holê û bi serlêdana Yekitiya Ewropayê re xwestine pêkanînên hikûmeta Srî Lankayê yên dema bihurî û niha yên li dijî Tamîliyan ji aliyê komîteyeke serbixwe ve werin lêkolînkirin.

Chalk bibîr xist ku di sala 1983'an de bi pêvekek li Xala 7. a destûra bingehîn a Srî Lankayê re aadiya çapemenî û ramanê bi awayekî cidî hatiye astengkirin û destnîşan kir ku bi êrîşa li dijî tevgera gerîla re, azadiya çapemenî û ramanê bi temamî ji holê hatiye rakirin.

GELÊ TAMÎLÊ TRAVMAYAN DIJÎN

Chalk ragihand komkujiyên Hikûmeta Srî Lankayê bandoreke neyînî li tevahiya gelê Tamîlê kiriye, bi deh hezaran jin bêhevserê xwe mane, zarok bê dê û bav mane, beşeke mezin a gel travma derbas kirine û bûyerên xwekuştinê bi taybetî jî di nava jinan ên gerîlayên berê de zêde bûne.

Di panêlê de nameyên gerîlayên jin ên berê li refên Pilingên Tamîlê têkoşiyan, hatin xwendin. Di nameyan de bang li Tamîliyên li derveyî welat tê kirin ku bûyerên bi serê Tamîliyan hatine ji raya giştî re ragihînin û piştgiriyê bidin gelê xwe yê li welêt.

DIVÊ DI NAVBERA KURD Û TAMÎLIYAN DE PIŞTGIRÎ WERE XURTKIRIN

Father Emmanûel li dû panêlê ji ANF'ê re peyivî û diyar kir ku Tamîlî û Kurd gelên xwişk û birayên hev in û bal kişand ser piştevaniya herdu gelan. Emmanûel ragihand ku li Elmanya û Fransayê ew bi Kurdan re xwepêşandanên hevpar dikin û diyar kir ku divê ev hevkarî li welatên din ên Ewropayê jî di civînên navneteweyî de dewam bike. Emmanûel got, "Pêwîste Kurd û Tamîlî weke du birayên xwişk û bira beşdarî civînên navneteweyî bibin û bûyerên li Srî Lanka û Kurdistanê tên jiyîn, têxin rojevê. 193 welatên endamên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan ên li wir xwedî erka axaftinê ne, hene. Em dikarin bi van rêxistinan re têkiliyê deynin û bi rêya wan daxwazên xwe li Neteweyên Yekbûyî û platformên navneteweyî bînin ziman."