Alîkarê Midûrê Emniyeta Wanê Mûrat Hoş ku weke qeyûm li Şaredariya Erdîşê hate bicihkirin, bi anîna sîstema feodalîzmê gef li esnaf û ajokarên taksiyê yên li navçeyê xwar. Hoş bi taksîkaran re civîn çêkir û ji wan re got, "Eger hûn bi ya min nekin, ez ê sîstema feodalîzmê bîninim."
Li navçeya Erdîşê ya Wanê, zext û zordariya ku qeyûm li esnafên navçeyê dike dewam dikin. Qeyûmê ku bi rêya polîs û zabitayan zextê li esnafan dikin û bi rengekî kêfî dest datîne ser destûrnameyên wan, niha jî bi anîna sîstema feodalîzmê gefê li esnafan dixwe.
Qeyûm Mûrat Hoş, çend roj berê li saloneke dawetê civînek bi esnafan û ajokarên taksiyê re çêkir û gef li esnafan xwar. Qeyûm Hoş ji esnafan re got, eger bi ya wî nekin û li gorî fermanên wî tevnegerin, wê li dijî wan her tiştî bike û got, "Ya hûn ê bi dewleta xwe re bibin yek, ya jî çi ji destê me bê me ê li dijî we bikin. Dewlet li vir e û em dewlet in. Dewlet ji bo we heye. Hûn jî neçar in ji bo dewletê hebin."
GEFA KUŞTINÊ XWAR
Ajokarekî taksiyê yê tevlî civînê bû û nexwest navê xwe eşkere bike, anî ziman ku qeyûm Hoş ajokarê taksiyê Zafer Ceylan ê li taxa Yeşîlovayê ji aliyê hêzên dewletê ve hate kuştin aniye bîra wan û got, "Mûrat got, 'divê her kes bi aqilane tevbigere. Naxwe, aqûbeta Zafer wê bê serê we jî. Hûn hemû xwedî mal û malbat in, ji bo aqûbeta Zafer neyê serê we divê hûn bi vî rengî tevbigerin."
'BI DEYNÊ BACÊ GEFÊ LI PARÊZERAN DIXWE'
Wekî din, tazmînata ku malbatên ji erdhejê zerar dîtine bi rêya parêzeran di dadgehê de qezenç kirin, li gefên qeyûm aliqî. Qeyûmekî din ê li şaredariyê Midûrê Daîreya Bacê ya ErdîŞê Cûma Şahîn gef li parêzeran xwar, ji bo parêzerên îcraya ji bo tazmînatê danîne ser şaredariyê vekişînin. Şahîn ji parêzeran re got, "Eger hûn îcrayê venekişînin, ez ê deynê we yê bacê yê berê ji nû binirxînim. Vê carê komîsyonên tazmînatê jî nikare we rizgar bike." Hat ragihandin, ji ber gefên Şahîn gelek parêzeran îcraya ji bo tazmînatê danîbûn vekişandine.