Qeyûm qîma xwe bi derxistina ji kar a karkeran neanî

Mehmet Şîrîn Yaşar ê weke qeyûm li Şaredariya Erdîşê bi cih bû, qîma xwe bi derxistina ji kar a karkeran neanî û personelên ku hê derneketine pêşberî dadgeriyê bi 'têkiliya xwe bi rêxistina terorê re heye' sûcdar kir.

Li Wan û navçeyên wê, zext, zordarî û talaniya qeyûman dewam dike. Piştî ku karsazê ji Kayseriyê Mûstafa Yalçîn weke qeyûm li Sekreteriya Giştî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi cih bû, di nava du rojan 228 personel ji kar derxist. Duh jî karê 60 personelên kadro sekinandin. Qeyûman îro jî 52 karkerên VASKÎ, 15 personelên Şaredariya Erdîşê, 5 personelên Şaredariya Bêgirî, 3 personelên Şaredariya Qelqeliyê û 13 personelên Şaredariya Şaxê ji kar derxistin. Bi vî rengî hejmara karkerên di nava du rojan de ji kar hatin derxistin, bû 228 kes.

Di agahdarnameyan de, ku qeyûman şandin ji karkeran re, tê dîtin ku qeyûm xwe dixe şûna dadgeriyê. Mehmet Şîrîn Yaşar ê bûye qeyûm li Erdîşê, tiştekî sosretk ir û kesên ji kar derxist weke 'endamê rêxistinê' îlan kir. Yaşar 15 kesên ji kar derxist, tevî ku derneketine pêşberî dadgeriyê jî, bi 'endametiya rêxistinê' sûcdar kir û ji wan re ragihand, ku ji ber vê yekê peymana wan a kar hatiye betalkirin.