Qeyûm li Wanê dest bi îmhakirina belgeyan kir

Şaredariya Wanê ya Mezin ku qeyûm bi rê ve dibe, bi nêzbûna hilbijartinên herêmî re dest bi îmhakirina belgeyan kir.

Hat diyarkirin ku belgeyên Îmar, Xizmeta Darayî Karê Fenê û Serokatiya Daîreya Xizmeta Makîne û Piştgiriyê bi kamyonan birine cihekê li derveyê bajêr îmha kirine.

Balkêş e ku karekê wiha nêzê hilbijartinên herêmî tê kirin. Lê li gor mijarenameya Rêveberiyên Herêmî ji xeynê hinek rewşên wek ketina qewil bi ser û belge divê di bin kontrolê de heta bi deh salan bên veşartin.  

Şaredariyên qeyûm bi  rê ve dibin her bi nelirêtiyê dibin rojev.

Li gor dîmen û wêneyên gihîştin ber destên ANF’ê xuya ye ku belgeyan bi kemçe û kamyonan dibin.