Qeymeqamê Sêweregê, mamosteyê nîşaneya serketinê kir ji kar derxist

Qeymeqamê navçeya Sêweregê, mamosteyê polê Bayram Bardakçi ji ber ku tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya li dijî komkujiyên li Kurdistanê bû, dirûşma "Bijî Berxwedana Cizîrê" qîriya û nîşaneya serketinê kir, ji kar derxist.

Qeymeqamê navçeya Sêweregê, mamosteyê polê Bayram Bardakçi ji ber ku tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya li dijî komkujiyên li Kurdistanê bû, dirûşma "Bijî Berxwedana Cizîrê" qîriya û nîşaneya serketinê kir, ji kar derxist. Heman qeymeqamî, der heqê 8 mamosteyên din de, ji ber ku bi rêya tora medya civakî nerazîbûn nîşanî komkujiyan dan, lêpirsîna îdarî û edlî da destpêkirin.

Li Kurdistanê, konsepta înkar û tinekirinê ya topyekûn a bi pêşengiya desthilatdariya AKP'ê û desteka dewletê tê meşandin, bênavber dewam dike. Desthilatdariya AKP'ê ya ku hewl dide daxwaza mafdar a gel bi zext û şîdetê bitepisîne, li navçeya Riha Sêweregê, der barê 9 mamosteyên nerazîbûn nîşanî polîtîkayên komkujiyê yên dewletê dan de, lêpirsîn vekir û ji kar dûr xist. Piştî ku Qeymeqamê Sêweregê Vûral Karagul hedef nîşan da, 2 jê mamosteyên bi heq, 7 jê yên kadroyî bi giştî 9 mamoste ketin ber lêpirsîna edlî û îdarî.

Weke hinceta van lêpirsîna jî; tevlîbûna li çalakiyên Newrozê, kincên li xwe kirine, tevlîbûna daxuyaniya çapemeniyê û parvekirina van li ser medya civakî, hatin nîşandan. Der heqê wan de bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine", "endamê rêxistinê ne" û "heqaret li Serokkomar kirine" lêpirsîna îdarî û edlî hat destpêkirin. Mamosteyê polê yê bi heq Bayram Bardakçi ku di 17'ê Çileyê de di serdegirtinê de ji mala xwe hat binçavkirin, piştî wergirtina îfadeyê bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hat kirin. Bardakçi ji aliyê dadgehê ve hat berdan. Piştre jê re hat ragihandin, ku ew ji kar hatiye derxistin. Lê belê sedema vê derxistina kar nehat gotin.

Bardakçi bibîr xist, ku ne tenê ew, li Sêwereg û gelek navendên din, gelek kes ji saziyên cemaweriyê tên derxistin, rastî zext û lêpirsînê tên. Bardakçi got, "Ji ber ku ez tevlî daxuyaniyeke çapemeniyê bûm, min dirûşma 'Bijî Berxwedana Cizîrê' avêt, nîşaneya serketinê kir, tevlî Newrozê bûm û kincên Kurdî li xwe kir, ez ji kar hatim derxistin."

Bardakçi da zanîn ku wî ti karekî li derveyî qanûnê nekiriye û got, "Weke mirovekî perwedekar, min ne şîdet pejirandiye, ne jî di vî warî de tiştek parve kiriye. Tevî min 1 jê namzet 8 mamosteyên din jî ji wezîfeyê hatin dûrxistin û der heqê wan de lêpirsîn aht vekirin. Ya ku me kiriye ne sûc e. Em ê li hemberî vê neheqiyê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin."