Qereqola Hidûd a Jendermeyan ji DAIŞ’ê re hate vekirin
Qereqola Hidûd a Jendermeyan ji DAIŞ’ê re hate vekirin
Qereqola Hidûd a Jendermeyan ji DAIŞ’ê re hate vekirin
Hate diyarkirin ku Çeteyên DAIŞ’ê yên li gundê Kîkan a rojhilatê Kobanê hatibûn bicihkirin bi tariya şevê re çûne Qereqola Hidûd a Jendermeyan a gundê Zehwan. Hat gotin ku çeteyan ji leşkerên Tirk daxwaz kirine YPG, HPG û welatparêzên Kurd bigirin û teslîmê wan bikin.
Piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ’ê her roj zêdetir dibe. Bi dehan carî hat dîtin ku leşkerên Tirk li dijî çeteyên DAIŞ’ê ku sînor bi kar tînin û di heman kareyê de cih digirin, bêdeng dimînin. Hat îdîakirin ku qereqola sînor ji çeteyan re hatiye vekirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin DAIŞ'a li gundê Kîkan a rojhilatê Kobanê bicih bûye, bi tariya şevê re çûne Qereqola Hidûd a Jendermeyan a gundê Zehwan. Hat gotin ku çete bi çekên xwe yên sûîqestê hatine qereqolê û bi fermandaran re hatine cem hev. Hat gotin ku bi saetan bi fermandaran re rûniştine û çeteyan ji fermandaran daxwaz kirine ku YPG, HPG’î û Kurdên tên girtin bila teslîmê wan bikin.
Balkêş e rûyê çeteyên vê xetê bi kar tînin pêçandî ye.