‘Qedexeyên li Elmanyayê der hiqûqî ne’

Têkildarî êrîşên hêzên dewleta Elman ên di rojên dawî li dijî Kurdan, Partiya Çep û palemeterên HDP’ê li gel NAV-DEM’ê li Meclîsa Federal daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar dan. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pêkanîn der hiqûqî û kêfî ne.

Li Meclîsa Federal a Elmanyayê, Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanya (NAV-DEM) Ayten Kaplan, Parlemetera Partiya Çep Ûlla Jelpke, Parlementera HDP’ê Tugba Hezer û parêzer Lûska Theûne da daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn.

Despêkê Jelpke mafê axaftinê girt û bal kişand ser qedexe li ser PKK’ê yên ji aliyê Wezareta Karê Hindir ve hate kirin, anî ziman ku qedexeyên dawî ji aliyê rêbazên eyaletê ve cuda hetine destgirtin. Jelpke di heman demê de êrîşa rojên borî ya li ser Otobusa Pirtûkxaneya Ocalan a bi armanca balavkirina ramanên Ocalan ên tûrên li Ewropayê jî bibîr xist.

JELPKE: QEDEXE BI AWAYEKÎ KÊFÎ TÊN KIRIN

Jelpke bal kişand ser serlêdana wan a derxistina PKK’ê ya ji lîsteya terorê û got: “Hêzên dewletê bi awayekî kêfî pêkanîn dike. Otobusûsa Ocalan li Hambûrgê ti astengî jêre nehate danîn. Lê li Hannoverê posterên Ocalan kirin hincet û astengî hatin derxistin. Ev dide nîşandan ku bê ka çiqas polîs pêkanînên derveyî hiqûqî dikin. Heman tişt ji bo alên YPG/YPJ’ê jî derbasdar e. Dîsa wezaret diyar kirin ku YPG û PYD ne qedexe ne. Lê alan li Kurdistaniyan dikin qedexe. Pêkanînek wiha ya kêfî heeye, divê em li dijî vê derbikevin. Divê em li dijî pêkanînê wiha yên der qanûqî têkoşînê bikin.

KAPLAN: BI REJÎMA ERDOGAN RE PARELEL TEVGER DIKIN

Piştre Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Elmanya (NAV-DEM) Ayten Kaplan bal kişande li ser rejîma Erdogan ku dixwaze hemû rêyên demokratîk ji holê rake û wiha got: “Em dibînin ku li dijî Kurdan di navbera Tirkiye û Elmanya de xetekî parelel heye. Bê hiqûqiya ku li ser Kurdan tê kirin nayê qebûl kirin.”

Kaplan wiha domand: “Hemû mafên mirovan li Tirkiyeyê hatine rakirin, mûxalif her roj têne girtin û rewşekî antî demorkatîk li Tirkiyeyê tê jiyîn. Mixabin ev rewşa li Tirkiyeyê li Elmanya li djî Kurdan jî didome. Beriya niha demekê Wezîrê Karê Hindir yê Elmanyayê De Manzîer bi pêşnûmeyekê gelek sembol qedexe kir.”

Kaplan destnîşan kir ku dixwazin bi qedexeyan gelekê kirîmînalîze bikin û wiha domand: “Li Elmanyayê em organîzatorekî di rêza duyemîn de ne û gelek endamên me hene. Ev pêkanîn ku li dijî me tê kirin û siyaseta krîmînalîze qebûl nakin.”

HEZER: DIVÊ ELMANYA WEKE TIRKIYEYÊ TEMAŞE NEKE

Parlamentera HDP’ê Tûgba Hezer jî bal kişand li ser tecrîda girankî ya ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin û wiha got: “Erdoganê ku li dijî çareseriyê sepandina şer dike, li dijî Ocalan tecrîd pêk tîne. Tecrîda ku li ser Ocalan li dijî pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye û hemû Rojhilata Navîne.”

Hezer diyar kir ku hemû mafên Ocalan hatine asteng kirin û ev bang kir: “Destûr nayê dayîn ku ne malbat, ne parêzer û heyetek girêdayî rewşa tenduristî û ewlehî agahiyekê bigrin. Ev tecrîdekî vekirî û li dijî mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê endamtiya AÎHM, endamtiya YE ku mûzakereyan bi Tirkiyeyê re dike û bê hiqûqiya ku Tirkiye dike pêwîste raya giştî ya Ewropa bertek nîşan bide.”

THEÛNE: HÎNCETÊN DOZAN VEŞARTÎ TÊ GIRTIN

Parêzerê siyasetmedarên Kurd û aktivîstên Kurd ên ku li Elmanyayê tên darizandin Lûkas Theûne jî got dozên li dijî Kurdan li Elmanya hatî vekirin, dozên siyasî ne û wiha got: “Wezareta Edaletê, dixwaze li Elmanyayê PKK û Kurdan bişopîne, lê sedemê vê eşkere nake. Li rexmê hemû pirsên me vê hînceta xwe eşkere nakin. Rewşa li dijî qedexeya alan jî heman tişte. Nayê zanîn ku di wê qedexeyê çi tê xwestin. Qedexekirina alên PYD, YPG û YPJ’ê jî biryarekî polîtike û di ti hiqûqan de rewşekî wiha nîne.

Li gorî min ji ber lihevkirinên di navbera Tirkiye û Elmanyayê de ev siyaseta zextan li dijî gelê Kurd tê kirin. Ji bo berdana parêzvanê mafê mirovan ê Elman Peter Steûdtner, Schnoder bi Erdogan re axivî û hinek soz dan. Piştî vê hevdîtinê polîsan li Dûsseldorgê êrîşî xwepêşandarên Kurd kirin. Li aliyê din Ocalan nayê qedexekirin, ji ber ku Ocalan en komeleyeke. Di demekê de ku AÎHM di darizandina Ocalan de li dijî bê hiqûqiya ku hatî jiyîn gelek biryar dabû.”