Qedexekirina PKK'ê biryara hevpar a Clînton-Çîller-Kohl bû
Bi biryara hevpar a Serokwezîra Tirk Çîller, Serokê DYA Clînton û Serokwezîrê Elmanya Kohl re 26'ê Mijdara 1993'an hemû karên PKK'ê yên li Elmanyayê hatin qedexekirin.
Bi biryara hevpar a Serokwezîra Tirk Çîller, Serokê DYA Clînton û Serokwezîrê Elmanya Kohl re 26'ê Mijdara 1993'an hemû karên PKK'ê yên li Elmanyayê hatin qedexekirin.
Elmanya, di salên 'şerê sar' de bû biryargeha destjêneveger a NATO û DYA. Beşek ji axa Elmanyayê di destê bloka rojhilat de bû ku berê xwe li Moskowayê bû. Operasyonên li dijî 'xeteriya komunîst' a wê demê kabûsa cîhana rojava bû, ji vir dihatin birêvebirin. Ji ber vê yekê, di têkoşîna 'antî-komunîst' de Komara Elmanya Rojava (BRD) yek ji stasyonên herî girîng bû.
Heman piştî darbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'î ku Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kir derya xwînê, Elmanya wê bibûya welatekî stargeh ku şoreşger, demokrat û rewşenbîrên Kurd û Tirk xwe lê bigirin. Ji ber peymana 'karkerên mêvan' ku berê bi Tirkiyeyê re hatibû îmzekirin, li Elmanyayê gelek Kurdistanî û Tirkiyeyî hebûn.
Komeleyên karkeran ên beriya sala 1980'î li Elmanyayê ava bûn, bi sirgûnên 12'ê Îlonê re reng diguherandin. Pêla şoreşê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê digihîşt Elmanyayê. Lê tiştekî ecêb e ku dewleta Elmanyayê mîna dostaniya xwe ya niha ya bi desthilatdariya Erdogan re dike, wê demê jî Elmanya Rojava heman dostanî bi rejîma 12'ê Îlonê ya ku mafên mirovan û nirxên gerdûnî ji nedîtî ve dihat, dikir.
Wezîrê Karên Derve yê Elmanya Rojava yê wê wextê Hans-Dîetrîch Genscher, wê bibûya wezîrê karên derve yê rojavayî yê destpêkê ku piştî darbeya 1980'î serdana Tirkiyeyê kir. Elmanyayê, tevî hemû dengên dijber ên raya xwe ya giştî û xwepêşandanên aktîvîstên Kurd û Tirk ên xwe li Elmanyayê girtî jî, têkiliyên xwe bi Enqereyê re nedibirî.
Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) jî piştî ku 15'ê Tebaxa 1984'an dest bi têkoşîna çekdarî kir hem li hundir hem jî li devre bal dikişand ser xwe. Di Newroza destpêkê ya piştî çalakiya 15'ê Tebaxê de, 21'ê Adara 1985'an Eniya Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê (ERNK) hate ragihandin. PKK'ê li gel artêşa gerîla, ji bo birêxistinkirina tevgera gel, baskê destpêkê yê vê rêxistinbûnî vekiribû.
Yek ji navendên herî girîng ên vê rêxistinbûnê jî Elmanya bû, ku girseyeke xurt a Kurdan lê diman. Di salên navîn ên 1980'î de nifûsa koçber û penaberên Kurd ên li Elmanyayê bi qasî 300 hezar bûn. Wezîfeya girseya Kurd a li Elmanya û welatên din ên Ewropayê giran bû; wê dîplomasî bikira, li cîhanê bibûya 'dengê berxwedanê' û polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk teşhîr bikira.
'KONSEPTA TEPISANDINA TÊKOŞÎNA AZADIYÊ' DI DEWRÊ DE BÛ
Ji ber vê yekê, sala 1985'an dema ku şoreşa Kurdistanê hewl dida li cîhanê belav bibe, dewleta Tirk jî bi hêzên super ên rojavayî yên cîhanê re ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurd bifetisîne, zend û bendê xwe ba da. Ji bo vê jî, ji hemû derfetên endametiya Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakur (NATO) sûd wergrirt.
Dawiya sala 1984'an û destpêka sala 1985'an, wê 'konsepta tepisandina têkoşînên azadiyê' yên NATO'yê ji xwe re mînak bigirta û li dijî PKK'ê bixista nava tevgerê. Kuştina dostê Kurdan Serokwezîrê Swêdê Olof Palme di 28'ê Sibata 1986'an, ku hê jî gelek aliyên vê sûîqestê tarî ye, hewl dan bixin stûyê PKK'ê. Ev hewldan bû gava sereke û bingehîn a 'konsepta tinekirinê' ku hêzên navneteweyî li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dan destpêkirin.
Ji xwe çend roj piştî vê cînayetê, rola ku di vî warî de ji Elmanyayê re hatibû dayin wê eşkere bibûya. Ji ber cînayeta Palme, medya Ewropayê li dijî PKK'ê dest bi kampanya lînçê kir. Elmanya jî di vî warî de ya jê dihat xwestin dikir.
Sala 1986'an, hikumeta Bonnê ya wê demê şeva Newrozê ya navendî qedexe kir ku dihate plankirin li bajarê Dûîsbûrgê bê lidarxistin. Bi vî rengî polîtîkaya destpêkê ya krîmînalîzekirina Kurdan dixist dewrê. Bi sedan polîsî li gelek bajaran dest bi operasyonê kirin û avêtin ser malên Kurdan.
WEZÎFEYA 'PKK'Ê JÎ BIQEDÎNE' JI DOZGERÊ RAF'Ê RE HATE DAYIN
Sala 1987'an zext û zordariyên li ser PKK'ê careke din bi rêk û pêk bûn. Kesê ku li dijî PKK'ê di asta herî bilind de kete nava liv û tevger Serdozgerê Federal Kûrt Rebmann bû. Rebmann li şûna Sîegfrîed Bûbacks rûniştibû ku Bûback sala 1977'an ji aliyê milîtanên RAF'ê ve hate kuştin. Rebmann bi helwesta xwe ya bêrehm a li dijî komên çep û mûxalîf dihate naskirin.
Rebmann ku dostekî nêz ê paşayên rejîma 12'ê Îlonê bû, PKK weke 'dijminê herî mezin ê ewlekariya navxweyî' îlan kiribû. Rebmann yek ji wan kesên destpêkê bû ku di asta navneteweyî de etîketa 'terorîst' li tevgera PKK'ê xist. Bi fermana taybet a Rebmann re di rojên destpêkê yên Tebaxa 1987'an de li 11 bajaran avêtin ser 43 malên Kurdan.
'Karê herî mezin' ê Rebmann jî darizandina 'Doza Dusseldorfê' bû ku di dîroka dadgeriya Elman û tevgera azadiyê ya Kurd de cih girt. Pêla serdegirtina malan, komeleyan, girtin û binçavkirinan ku bi fermana serdozgeriya federal li dijî siyasetmedarên Kurd sala 1987'an dest pê kir, heta sala 1988'an dewam kir.
Zêdeyî 20 siyasetmedar û aktîvîst ku Dûran Kalkan, Alî Haydar Kaytan û Huseyîn Çelebî jî di nav de hebûn, 24'ê Cotmeha 1989'an li beşên bi ewlekariya taybet ên Dadgeha Eyaleta Dusseldorfê hatin girtin û bi vî rengî derxistin pêşberî dadgeriyê. Doza Dusseldorfê ku piştî RAF'ê duyemîn doza herî mezin a li dijî rêxistineke siyasî bû, heta Adara 1994'an dewam kir. Sûcdariyên ku di darizandinê de hatin kirin nehatin îspatkirin û yên hatin girtin li pey hev hatin berdan.
Dûran Kalkan ku di Nîsana 1988'an de li ser sînorê Fransayê hate binçavkirin û piştre li doza Dusseldorfê hate darizandin, di Adara 1994'an de hat berdan. Kalkan, girtina xwe ya 5 sal û 11 mehan a bi rengê 'girtina demî' û xwendina nivîsên wî yên bi parêzeran re, bir ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). DMME di Tîrmeha 2001'ê de biryara xwe eşkere kir û Elmanya mehkûm kir.
DOSTANIYA BI ÇEKAN A HIKUMETA KOHL!
Di vê navberê de bi sala 1990'î re li Kurdistanê hem şer dijwar bû bû hem jî hejmara Kurdên mexdûrên şer ên xwe li Elmanyayê girtin, zêde bû. Nifûsa Kurdan a li Elmanyayê gihîştibû nîv mîlyonî. Hejmara komele, sazî û organîzasyonên hatin vekirin roj bi roj zêde dibû.
Lê belê hikumeta Kohl, dostaniya aborî û siyasî ya bi Tirkiyeyê re li ser bingeha ranta şer a li Kurdistanê dimeşand. Piştî ku sala 1990'î her du Elmanya bûn yek, depoyên çekan ên li rojhilat û rojavayê welêt, tijî bûn. Vê yekê zemîneke mezin diafirand ku Elmanya di şerê Kurdistanê de dest bi 'bazirganiya çekan' bike.
Heta sala 1991'ê di çarçoveya peymanên çekan ên bi Tirkiyeyê re, Elmanyayê bi buhayê 6,3 milyar Mark çek firot Tirkiyeyê. Nîvê van çekan jî piştî sala 1985'an dema destpêkirina şerê gerîla yê li Kurdistanê hatin firotin. Ev pereyê ku ji peymana bi çekan a li Tirkiyeyê dihate bidestxistin, ber dilê siyasetmedarên Elman xweş dikir.
BI WESAYITÊN BTR-60 RE MIROVAHÎ DIHATE KAŞKIRIN
Rojnameya Ozgur Gundemê di 16'ê Cotmeha 1992'an de bi manşeta 'mirovahî tê kaşkirin' derketibû. Di binê vê manşetê de jî hin wêne hatibûn weşandin. Di van wêneyan de dihate dîtin ku sivîlekî ku hate îdîakirin di şer de miriye, li pişt wesayiteke leşkerî ya Elman a bi tîpa BTR-60 hatiye girêdan û bi erdê re hatiye kaşkirin. Bûyer roja 6'ê Îlona 1992'an li gundê Şeyh Degîrmencî yê Cizîrê rû dabû. Wêneyan û nûmarayên li ser wesayitan, işaret bi Elmanyayê dikirin.
Elmanyayê sala 1990'î di çarçoveya peyanên NATO'yê de 300 wesayitên leşkerî yên bi tîpa BTR-60 firotibû Tirkiyeyê. Lê belê hem Tirkiyeyê, hem jî Elmanyayê peymana NATO'yê bin pê kiribûn. Ji ber ku NATO'yê li ser her du welatan ferz dikir ku ev wesayitên leşkerî divê tenê li dijî 'hêzên derve' û parastina welat bên bikaranîn. Lê belê artêşa Tirk ev hemû wesayît û çek li dijî Kurdên sivîl bi kar dianî.
Zexta raya giştî û mûxalefeta Elman bandor li bazirganiya çekan a bi dewleta Tirk re nekir. Kurdistan ji ber çekên Elman veguherîbû qada şer û gola xwînê. Di vê navberê de li Tirkiyeyê, piştî ku Tansû Çîller di Hezîrana 1993'an de bû serokwezîr, hem li Kurdistanê wê asta şer biguheriya, hem jî li cîhana derve wê Çîller li dijî tevgera Kurd çi jê bihata bikira.
ÇÎLLERÊ KOHL JI BO QEDEXEYÊ ÇAWA QANIH KIR?
Çîller di serdana xwe ya pêşîn de çû Rûsyayê û di dorê de jî Elmanya hebû. Bonn li hemberî pêkutiya dîplomasiya li dijî Kurdan ne amade bû ya ku li Enqereyê amadekariyên wê hatibûn kirin. Serokwezîr Kohl di wan deman de digot, "Elmanya pergaleke federal e. Zagonên her eyaletê cihê ne. Ji ber vê jî nabe ku PKK were qedexekirin." Wezîrê Karê Derve Klaûs Kînkel jî digot ku, "Ez wezîrekî kevn ê edaletê me, ji ber vê jî dema ez ji PKK'ê re bibêjim terorîst, ez ê fikar bim." Lê heke çi bû, bi serdana Çîllerê re dest pê kir. Çîllerê serdana xwe ya Elmanyayê di 20'ê Îlona 1993'an de kir. Rojnamevanê Alman ji Çîller pirsa maf û binpêkirinên mafên Kurdan kiribû û Çîllerê jî gotibû ku, "Tirkên li Elmanyayê ji sedî 10 jî ne xwediyê mafên Kurdên li Tirkiyeyê ne. Li Elmanyayê Tirk tên şewitandin."
Çîller piştî Elmanyayê li ser vexwendina Serokê wê demê yê DYA'yê Clînton di 12'ê Cotmeha 1993'an de çû DYA'yê. Piştî bi hefteyekê di 22'ê Cotmeha 1993'an de artêşa Tirk Licêya bi ser Amedê şewitand.
Hovîtiya li Licê hemû Kurdên li Ewrûpayê xist nav tevgerê. Di 4'ê Mijdara 1993'an de ji 30'yî zêdetir bajarên Elmanyayê, protestoyên ji bo Licê hatin lidarxistin. Di şewata li lokaleke Wîesbadenê de kesekî jiyana xwe ji dest da û li dijî Kurdan fûryaya binçavkirinê hate destpêkirin. Îşareta pêşîn Wezîrê Karê Derve Kînkel da û diyar kir ku ‘Divê PKK were qedexekirin.'
Di 22'ê Mijdarê de civîn hate lidarxistin û wezîrên karên hundir yên 16 eyaletan beşdarî civînê bûn. Di civînê de wezîrê karê hundir ê federal Kanther PKK qedexe kir û pêşnûmayeke 53 rûpelan amade kir. Di civînê de Kanther biryarname da qebûlkirin û Wezîrê Karê Hundir ê Eyaleta NRW'ê Schnoor di 25'ê Mijdarê de qedexeya pêşîn eşkere kir û got, "Kanther ev tişt xwest". Daxuyaniyeke wekî vêya ji aliyê Senatorê Karê Hundir ê Hambûrgê Wrocklage hate kirin û wî jî got, "Vê qedexeyê ji Kanther bipirsin."
Di pêşnûmaya Kanther de ya ku hîç qala şerê li Kurdistanê, şewitandina gundan û qetlîamên bi destê dewleta Tirk nehatibû kirin. Pêşnûma bi kurtasî wisa bû:
"PKK/ERNK nahêle ku gel bi hev re bijîn. Alîgir û sempatîzanên PKK'ê li Elmanya û Tirkiyeyê, ji bo ku beşeke Tirkiyeyê têxin nav dewleta Kurdan a ku dixwazin ava bikin, sûc van tiştan têra xwe eşkere dike. Berjewendiyên Elmanyayê di bin xetereyê de ye. Çalakiyên şîddetê xisarê dide têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re. Heke em li Elmanyayê destûrê bidin çalakiyên PKK'ê wê ev tişt bide sedem ku ewlebûna polîtîkayên Elmanyayê ya li derve bibe mijara nîqaşan û wê baweriya şirîkê me yê ku em qîmetê didin wan jî bişikê."
MANŞETA HURRIYETÊ YA 'DANKE KOHL'
Di vê biryarnameyê de dihat xwestin ku Weşanên Berxwedanê, ajansa nûçeyan a Kurd-Ha'yê, komîteyên Kurdistanê, Federasyona Komeleyên Karker û Çandî ya Welatparêzên Kurdistanê (FEYKA-Kurdistan) û 29 komeleyên girêdayî wê, werin girtin. A rast di vê biryarnameyê de şîfreyên wisa hebûn ku, ev qedexe bi daxwaza Tirkiyeyê hatiye kirin. Dîtira rojê rojnameya Hurriyetê gotina 'Danke Herr Kohl' (Spas ji bo rêzdar Kohl) kiribû manşet.
Di 25'ê Mijdarê de ya ku qedexe hate îlankirin Kanther derket nûçeyên êvarê ya kanala televîzyonê ya bi navê ARD'ê û got, "Ez nikarim destûrê bidim vî tiştî ku, Elmanya bibe welatê şer û îsyanê. Elmanya ne cihê bêhnvedana terorîstan e. Em ê destûrê nedin ku hin komên biyanî kêşeyên li welatên xwe bînin welatê me. Ev qedexe wê bikaribe, kesên ku bi darê zorê bûne endamên van komeleyan, xwe ji gefên PKK'ê biparêzin."
Ev qedexe beriya 27'ê Mijdarê, roja salvegera PKK'ê hate kirin. Di vê qedexeyê de xwestin deriyên komeleyan qufle bikin lê li van komeleyan Kurdan dest bi çalakiya rûniştinê kirin û çapemeniya Elmanyayê di warê vegotina hincetên qedexeyê de dijwarî dikişand. Şîroveyeke rojnameya Frankfûrter Rûndschaû ya di 27'ê Mijdarê de wisa bû, "Hikumeta federal li gorî Tirkiyeyê tevgeriya û piştgirî da ku zext li ser Kurdan were kirin. Bonn tevî Enqereyê li dijî Kurdan dibe yek."
Ji bo qedexeyê di xeta Enqere-Bonn-Washîngtonê dîplomasî hatibû avakirin. Di 26'ê Mijdara 1993'an de rojnameya Mîlliyetê gotina ‘Pêngava kûryeya veşartî' kiribû manşet û ji bo ku PKK were qedexekirin qala dîplomasiya di navbera Çîller-Kohl-Clîntonê kiribû. Hatibû diyarkirin ku her sê serok bi rêya telefonên ku nayên guhdarîkirin û kûryeyên veşartî, biryara operasyonên li dijî PKK'ê dane.
Qedexekirina PKK'ê ya wekî di sala 1972'an de li dijî rêxistinên Fîlîstinê hatibû kirin û ji bo atmosfera li dijî Kurdan hatibû avakirin, nayê zanîn ku Çîllerê çiqas pere daye Elmanyayê. Hatibû îddîakirin ku bi van pereyan Çîller bûye sponsora kampanyaya hilbijartinê ya Kohl. Ji ber ku dûre derket holê ku Kohl û koma xwe ne dûrî xapandin û bertîlan bûne.
Kohl ê ku serokê Xirîstiyanên demokrat bû yê ku ji sala 1982'an û vir ve li ser desthilatdariyê bû, dixwest careke din bibe serokwezîr û ji bo hilbijartina sala 1994'an gelek kampanya li dar dixist. Di skandala bexşê ya ji bo CDÛ'yê ya ku di sala 1999'an de eşkere bû, derketibû holê ku Kohl kampanyaya xwe ya hilbijartinê bi pereyên ku ji lobiya çekan li dar xistibû.
CDÛ'yê wekî di qedexeya li ser PKK'ê de di vî karî de jî karên xwe yên qirêj bi Kanther dabû kirin. Derketibû holê dema ku Sekreterê Giştî yê CDÛ'yê yê Hessenê bû, di sala 1983'an de 20 milyon mark li Swîsre û Lîschtensteînê dizîbû û di rojên pêşîn ê sala 2000'î de Kanther ji parlementeriyê îstîfa kir. Doza wî di sala 2005'an de bi encam bû û 18 meh cezayê girtîgehê dan wî. Cezayê wî kirin pere û Kanther 50 hezar eûro da û xwe rizgar kir.