Qedexekirina 20 salan a PKK’ê, lê piştê wê?
Qedexekirina 20 salan a PKK’ê, lê piştê wê?
Qedexekirina 20 salan a PKK’ê, lê piştê wê?
Di mijdara 1993’an wezîrê karê hundir yê demî yê Alman der barê tevgera kurd qedexeya PKK’ê aşkera kir û di ser de 20 sal derbas bû. Bi vê çi hat armanckirin û hedef çibûn, gelê Alman ev pêngava hikûmetê ya ku mirovahî tune dihesiband, çawa pêşwazî kir? Gelo qedexekirinên gelê kurd yên Almanyayê ji tevgera kurd dur xist? An jî zêdetir bi hêz kir?
Bi esasa xwe de zextên li ser gelê kurd bi qedexeya PKK’ê ya sala 1993’an ne, bi rêxistinbûna kurdên Ewropayê sala 1980’ê dest pê kir. Li Almanyayê hinceta yekemîn jî ev bû ku di sala 1986’an de çalakegerê kurd qaşo li ber seferatxaneya tirk êrîş pêk anî bû. Di sala 1987’an de dozên lêpirsînê (xala 129a), di 1988’an de bi talÎmata girtinên ‘endamên PKK’ê, bi 1989’an de li Duseldorfê doz û zextên bi sûcdariya ‘terorê’ li hemberî PKK’iyan hat meşandin.
Ligel vê lêgerîn, girtina komeleyan, hewldanên îstîxbarata alman ya ku bi taybet sixûrtiyên li ciwanên kurd ferz dike, dozên der barê binpêkirina qanûna komeleyan de, di meşan de al û dirûşme ji aliyê polîsan ve wek hincet hat nîşandan û êrîş kirin, îftere û hewldanên çewisandinê... mumkunune ku mirov lîstereyê wisa dirêj bikin.
Ligel van hemûyan hewldanan afirandina helwest û nêzîkatiyeke ‘Kurd=PKK=Teror’! Bê guman armanca vê eve ku gelê Alman li dijî kurdan bide sorkirin piştgiriya komên din a ji bo kurdan asteng bikin.
Bi kurtasî di nava vî 20 salî de gelê kurd yên ku ji welatên xwe ji ser axa xwe hatin koçberkirin, li vir jî zext, şîdet, helwest û lêgerîna mal û komeleyan hatin. Bê guman gelek kes li dijî vê tabloyê bê deng neman û wan li gorî van pêkanîn dij mirovane tevnegeriyan. Ligel vê kesên digotin belkî em hatin welatekî demokrat jî, tiştekî wisa nedîtin.
SURGUNÊ GIRÊDANA BO TEVGERÊ ZÊDE KIR
Kurdê hatin Almanyayê li dijî van pêkanînan bê deng neman. Ji ber ku hikûmeta Alman çek dida Tirkiyeyê, dihat protestokirin. Niha ligel îhracata çekdan, divê neyê jibîrkirin ku Almanyayê demekê amûrê şer diyariyê Tirkiyeyê dikir. Her wiha çapemeniya wan jî ku kurd kiribûn hedef û manîpule dikir, bibû navenda protestoyan. Biratiya çekan a hikûmeta deşîfre bibû.
Lê kurdan ligel zext û ji welat durbûnê tu car girêdayîna xwe ya bi tevgera azadiya kurd wenda nekirin û nasnameya kurd û hişmendiya siyasî li vir pêş ket.
AGIRBESTA 1993’AN Û QEDEXEYA 1993’AN
Çima qedexeya 1993’an? Di 1993’an de PKK’ê agirbest îlan kiribû. Wê demê jî tevgera azadiya kurd dixwest bi siyaset û dîplomasiyê çareseriyê pêk bîne. Tiştekî ku zelal bû hebû: ne artêşa Tirk, ne jî PKK’ê serkeftineke leşkerî bidest xist. Armanc her du alî li ser maseyê runin û pevçûna çekdarî bi dawî bikin.
LI BONN’Ê MEŞA YEKEMÎN YA SED HEZAR KESÎ
Lê tişta dihat payîn nebû. Şîdet ji nûve dest pê kir. Gund hatin şewitndin. Kuştinên kiryarnediyar pêk hatin. Bi bilindbûna şerê qirêj re, protestoyan jî dest pê kir. Mînak di 1993’an li Bonnê meşeke sed hezar kesî pêk hat û xwestin serê qirêj bi dawî be.
Bi saziyên siyasî, siyasetmedar û komên demokrat re diyalog çêbûn. Ji bo amûrên şer bê tespîtkirin ku hilberîna Almane, bi heyetên têkildar re rêwistî dest pê kir. Armanc ev ku Almanya dest hi helwesta xwe berde û bikeve pozîsyona li dijî polîtîkaya şer a Tirkiyeyê.
DI 26’Ê MIJDARÊ DE BI 1993’AN HER TIŞT GUHERÎ
Di 26’ê Mijdara 1993’an de bi îlankirina qedexeyê re her tişt guherî. Her tişt hatibû qedexekirin. Li Kurdistan û Tirkiyeyê malên çandê hatin girtin, hemî kovar û pirtûk hatin desteserkirin. Komîteya Kurdistanê ya li Kolnê û ajansa nûçeyan a kurd hat girtin. Welatiyên li dijî qedexeyê derketin, hatin girtin û dersînorkirin. Bi vî awayî dengê kurdan qut dikirin.
REWŞA NERM A TASFIYEYÊ
Wê demê armanca hikûmeta tirk eve ku PKK’ê ji holê rabike, rêxistinê parçe bike. Lê ya Almanyayê? Hedef heman bû. Tenê riya diçû hedefê ‘nerm’ bû.
KOMELE ÇIMA BÛN HEDEF?
Ya girîng eve ku kesekî girîng bê durxistin, civak bê parçekirin. Di va vê demê de peywira komeleyê çiye? Li wir gel dihatin cem hev, ji ber ku li Kurdistanê diqewimin hebûn. Înternet, e-posta û kanalên televîzyonê bû. Der barê vê jiyana nû de alîkarî didan mirovan. Van qadên wisa bi qedexeya PKK’ê re hewl didan mirovan li malên wan heps bike.
GELO TEVGERA AZADIYA KURD HÊZ WENDA KIR?
Li gorî dewletê gel xapandin, tirsandina van kesên li qadeke teng hatin xitimandin hêsa bû! Gelek mînakên din mirov karin rêz bikin.
Lê van gihiştin kîjan encamê? Gelo tevgera azadiyê hêz wenda kir?
Ligel polîtîkaya hikûmeta Alman û qexedexekirina PKK’ê tu serkeftin bidest nexistin. Her çiqas ji ber tehdîdên ewlehiyê hinek kesan destêxwe bikişînin jî nasnameya kurd û tevgera azadiya kurd tu car bê deng nemîne.
Êş û wendahiyên mezin çêbibin jî her tim bi hêzeke mezin têkoşîn berdewam kir.
HALÎM DENER HAT KUŞTIN
Kesên di têkoşîna li dijî qedexeya PKK’ê jiyana xwe ji dest dan, divê neyên jibîrkirin. Yek ji wan jî Halîm Dener bû. Ciwanekî kurd bû. Gundî wan ji aliyê artêşa tirk ve hat şewitandin û piştre hatibûn Almanyayê. Li bajarê Hannover dema afîş didaliqand ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin.
* Ev nivîs di hejmara îlon-cotmeh a 2013’an a kovara ‘Kurdistan Report’ ve ji aliyê Huseyîn Erdal ve wergerê tirkî hatiye kirin.