Qaşo Qehremanê AKP’ê yê li Kurdistanê jî hate girtin

Orgeneral Adem Hûdûtî yê di çarçoveya darbeyê de hate binçavkirin hate girtin.

2. Fermandarê Artêşê Orgeneral Adem Hûdûtî, 2. SErokê Serkan ê Artêşê û Fermandarê Garnîzona Meletiyê Tumgeneral Avnî Angûn û Fermandarê Bargeha Jetê ya 7’emîn Tuggeneral Emîn Ayik ên di çarçoveya hewldana darbeyê de hatin binçavkirin hatin girtin.

Orgeneral Hûdûtî jî ew nav e ku heta duh AKP/Qesrê pesnê wî didan.

Medyaya Qeserê jî heta çend meh berê bal dikşand ser rola wî ya qirker a li Bakurê Kurdistanê û ji bo Hûdûtî digot, “Ev e fermandarê Cizîr û Sûr paqij kiriye.”