PYD: Rejim û muxalefet li dijî Kurdan xwediyê heman hişmendiyê ne
PYD: Rejim û muxalefet li dijî Kurdan xwediyê heman hişmendiyê ne
PYD: Rejim û muxalefet li dijî Kurdan xwediyê heman hişmendiyê ne
Pariya Yekîtiya Demokratîk (PYD) diyar kir ku, rejimên desthilatdar û dûvikên wan ku xwe wek muxalefet nîşan didin, di derbarê dijminahiya gelê Kurd de xwediyê heman hişmendiyê ne.
Komîteya Rêvebir ya Partiya Yekîtiya Dimokratîk (PYD) daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku, muxalefeta di nava Koalîsyona Sûriyeyê de dixwest wana têxe bin siya xwe û projeya wan ya netewî têk bibe. Di daxuyaniyê hate diyar kirin ku, rejimên desthilatdar û dûvikên wan ku xwe wek muxalefet nîşan didin, di derbarê dijminahiya gelê Kurd de xwediyê heman hişmendiyê ne.
Di daxuyaniya Komîteya Rêvebir ya PYD'ê de ev tişt hatin gotin: "Di pêvajoya dirêj ya têkoşîna rizgariya netewî de li seranserî Kurdistanê û ji bo pêkanîna jiyana hevbeş û aşîtiyane bi hemû gelê herêmê re, me nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan yê ku dibêje "Em têkiliyên xwe bi gelê Ereb re ne bi rejiman re ava dikin" ji xwe re wek rêbaz hilbijart û li ser bingeha Netewa Demokratîk û jiyana hevbeş têkiliyên xwe yên biratî bi hemû gelan û pêkhateyên civakî û olî re avakir."
Di dewama daxuyaniyê hate gotin ku: " Muxalefeta di nava Koalîsyona Sûriyeyê de ku li gor siyasetên Partiya AKP'ê ya Tirkiyeyê û hin dewletên Kendavê tevdigerin, dixwestin me têxin bin siya xwe û projeya me ya netewî têk bibin û herêmên me bikşînin nava şerên navxweyî."
DIJMINAHIYA XWE YA LI HEMBER KURDAN AŞKERA KIRIN
PYD'ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku piştî berxwedana lehengî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û rizgarkirina herêmên Rojavayê Kurdistanê. Her wiha piştî serkeftinên dîplomasî ku PYD'ê li qada navnetewî bi dest xistine û hewil dide ku doza Kurdan bibe civîna Cenewreyê, van komên di nava Koalîsyonê de dest bi êrîşên reşkirinê kirin û rastiya xwe ya dijminahiya gelê Kurd aşkere kirin.
DAIŞ Û EL NUSRA DI BIN SIYA DEWLETA TIRK Û WELATÊN KENDAVÊ DE NE
Daxuyaniya PYD'ê wiha dewam dike: "Ev hêz nîjadperest in û alîgirên DAIŞ'ê û El-Nusra ne û di bin siya dewleta Tirk û dewletên Kendavê de tevdigerin. Pêwîste Gelê Kurd, kesayet û partiyên ku di nava Koalisyonê de ne rastiya van komên ku li dijî bejewendiyên gelê Kurd û gelên Sûriyê ne, bibînin."
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku, piştî ragihandina rêvebiriya demî, van hêzan PYD'ê bi dijminahiya şoreşê tewanbar kiriye û wiha dewam kir: "Dema ku Komên DAIŞ'ê û El-Nusrayê êrîşî gelê Kurd dikirin van hêzan ti helwest nîşan nedan, lê dema ku YPG'ê bajarê Til Koçerê rizgar kir van hêzan daxunanî weşandin û banga şerê li dijî YPG'ê kirin. Ew bi vî awayî serkêşya şerê li dijî destkeftiyên gelê Kurd dikin. Niha jî ji ber ku me bi pêkhateyên herêmê re rêveberiya xwe ya demî ragihandiye, van hêzan rêxistina me wek dijminê şoreşê tewanbar kiriye."
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, pêwîste hemû kesayet û partiyên di navan Koalîsyonê de li hember van lîstokên li dijî gelê Kurd hişyar bin û wiha dewam kir: " Ev hêz piştgirî û alîkariya hêzên tarî yên dijminê gelê Kurd dikin, lewma ev hêz bûne hevparê komkujiya Kobanê ku gelek zarok û sivîlan tê de jiayna xwe jidest dan."
Di dawiya daxuyaniya PYD’ê de bang li hemû partiyê Kurd û Ereb ên di nava Koalîsyonê de hat kirin ku xwe ji nava Koalîsyonê vekişînin û wiha dawî lê hat:" Em bi navê PYD'ê bang li hemû gel, hêz û pêkhatetên Sûriyeyê dikin ku li hember van bazirganên şer hişyar bin. Ev hêz êdî xema wan ne Sûriye û gelê Sûriyeyê ye, ev bûne destekên siyasetên derve û bazirganiyê bi êşa gel dikin."