PYD ji bo civînên Cenevre 3 fermî hat dawetkirin

Nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Ewropa Sînem Mihemed diyar kir ku PYD’ê ji bo tevlîbûna konferansa Cenerev 3 hatiye vexwendin.

Nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Ewropa Sînem Mihemed diyar kir ku PYD’ê ji bo tevlîbûna konferansa Cenerev 3 hatiye vexwendin.

Nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Sînem Mihemed diyar kir ku Komîteya Amadekar a Konferansa Cenevre 3 a meha Gulanê li Swîsreyê wê bê lidarxistin, bi awayekî fermî PYD vexwendiye  tevlî bibe. Sînem Mihemed, destnîşan kir ku tê payîn nûnerên TEV-DEM’ê jî beşdarî civînê bibin.

Mihemed, destnîşan kir ku hejmarek partiyên siyasî û rêxistinên muxalefeta Sûriyeyê, her wiha gelek rêxistinên civakî yên sivîl jî ji bo beşdarbûna konferansê hatine vexwendin.

Çav li rê ye ku konferansa Cenevre 3 meha Gulanê li bajarê Cenevre ê Siwîsreyê bê lidarxistin.

Konferansa Cenevre 2 ya der barê aloziya Sûriyeyê de 15’ê Sibata 2014’an hatibû lidarxistin, beyî dem bê nîşandan hatibû gotin ku wê Konferansa Cenevre 3 bê lidarxistin.