PYD'ê ji bo meşa 17'ê Hezîranê ya li Berlînê bang tevlîbûnê kir
Rêxistina PYD'ê ya Berlînê, ji bo meşa 17'ê Hezîranê ya li Berlînê, ku li dijî qedexekirina alên YPG, YPJ û PYD'ê tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Rêxistina PYD'ê ya Berlînê, ji bo meşa 17'ê Hezîranê ya li Berlînê, ku li dijî qedexekirina alên YPG, YPJ û PYD'ê tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Li hemberî qedexekirina alên YPG, YPJ û PYD'ê li Elmanyayê, ku bi fermannameyeke Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê beriya niha bi demekê hatin qedexekirin, 17'ê Hezîranê roja Şemiyê i paytexta Elmanya Berlînê meşek tê lidarxistin.
Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şaxê Berlînê, têkildarî vê meşê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang kir.
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser têkoşîna YPG, YPJ û PYD'ê ya li dijî hêzên tundrew ênl i Rojava û Bakurê Sûriyeyê û hat destnîşankirin, ku pêkhateyên vê herêmê; Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî, Elewî, Êzidî û hemû pêkhateyên din bi saya vê yekê ji komkujiyan hatine parastin.
Di dewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin, YPG, YPJ û PYD, li dijî van hêzên tundrew xwe kirine mertal ji bo mirovahiyê û ragihand, hêzên navborî yên tundrew ne tenê li dijî Kurdan û pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê, her wiha li hemberî Ewropa û hemû cîhanê metirsiyeke mezin e.
ELMANYA Û YPG/YPJ ENDAMÊN KOALÎSYONA NAVNETEWEYÎ NE, LÊ ELMANYA SEMBOLÊN VAN HÊZAN QEDEXE DIKE
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Îro QSD, ku YPG û YPJ jî endamên wê ne, li paytexta terorê Reqayê şer dike û bi sed hezaran sivîlan diparêze. Li şûna ku bê xelatkirin, her çiqas Elmanya û YPG/YPJ endamên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê ne, mixabin Elmanya sembolên van hêzan qedexe dike.
Ji aliyê siyasî ve PYD bi Koalîsyona Navneteweyî re tevdigere û bi partî û rêxistinên Sûriyeyê re Meclîsa Demokratîk a Sûriyeyê damezrandiye. Bi vî awayî bûye navnîşana hemû hêzên demokratîk ên li hemberî terora DAIŞ'ê."
JI BO MEŞÊ BANGA TEVLÎBÛNÊ
Di dawiya daxuyaniyê de bang lihemû rêxistinên demokratîk û raya gitşî ya Elmanya hate kirin, uk piştgiriyê bidin meşa wan a ji bo rakirina qedexeya li ser sembolên PYG, YPG û YPJ'ê.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi tevlîbûna xwe hûn jî bêjin NA ji qedexekirian sembolên YPG, YPJ û PYD'ê re."
DEM Û CIHÊ MEŞÊ
Dem: 17.6.2017
Saet: 12:00
Navnîşan: Mathilde-Jakub-Platz(Rathaus Tiergarten)