PYD’ê ji bo Kobanê kampanyaya alîkariyê ya navneteweyî da destpêkirin
PYD’ê ji bo Kobanê kampanyaya alîkariyê ya navneteweyî da destpêkirin
PYD’ê ji bo Kobanê kampanyaya alîkariyê ya navneteweyî da destpêkirin
PYD’ê ji bo Kobanê kampanyaya alîkariyê ya navnetweyî da destpêkirin. Hevserokê PYD’ê Salîh Muslim diyar kir ku ew wek gel di demek zor û zehmet de derbas dibin û wiha got: “Bi piştgiriya dostên me serkeftin wê ya me be.” Muslim banga piştgiriya ji bo Kobanê kir.
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji bo Kobanê di qada navneteweyî de kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê ji 15’ê Îlonê û vir ve di bin êrîşên DAIŞ’ê de ye û bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ye. Li bajarê ku ambargoyeke fiîlî tê pêkanîn, bi sedan kesî koç kir û bi hezaran sivîl hê li bajar di bin tehdîda komkujiyê de dijîn. Şervanên YPG-YPJ’ê li dijî çeteyan têkoşîneke bêhempa didin û hemû cîhanê berê xwe daye vê berxwdanê. Ji bo vê yekê bi sedan nivîskar, rewşenbîr, hunermend û zanyar jî di nav de gelek kesî 1’ê Mijarê wek roja piştevaniya bi Kobanê re îlan kir û banga derketina kolanan kir. Bi vê yekê re eleqeya ji bo Kobanê ya li dijî DAIŞ’ê têkoşîna bêhempa dimeşîne her diçe mezin dibe.
Hevserokê PYD’ê Salîh Muslim destnîşan kir ku wê eleqe hê zêdetir be û banga alîkariyê li raya giştî ya navneteweyî kir.
EM NIRXÊN MIROVAHIYÊ DIPARÊZIN
Salîh Muslim di daxuyaniya xwe de da zanîn ku Kobanê di demek zor û zehmet de ye û wiha pêde çû: “Wek tê zanîn çeteyên çavsor ên DAIŞ’ê ji 15’ê Îlonê ve êrîşî Kobanê dikin. Gelê Kobanê û hêza parastina wê YPG berxwedaneke bi heybet nîşan dide. Ev hêzên parastina gel dizanin ku rûmet û nirxên gel diparêzin. Bi vê baweriyê têdikoşin. Li dijî êrîşan bajarên me wêran bûye. Îro li Kobanê şer rû dide. Hemû dewletên cîhanê vê temaşe dikin.
Muslim bi lêv kir ku raya giştî ya navneteweyî eleqeyek mezin nîşanî wan dide û wiha pêde çû: “Li hemberî me eleqeyek mezin heye. Heta niha ji hêzên demorkatîk û saziyên xwedî li nirxên mirovahiyê dertên û gelan eleqeyek mezin nîşanê me dan. Li Kobanê berxwedan heye. Ev rastî eleqeyek mezin hat. Ji ber ku li wir rûmeta mirovahiyê tê parastin. Yên ku êrîşan pêk tînin dijminê mirovahiyê ne. Ji bo vê îro her kes xwe di berxwedana Kobanê de dibîne. Ev eleqe ji ber vê ye. Bêguman ev tiştekî baş e lê kêm dimîne. Divê bikevin pratîkê.
HEWCEDARIYA ME BI PIŞTIRIYÊ HEYE
Muslim da zanîn ku berxwedana gelê Kobanê rastiya DAIŞ’ê derxistiye holê û wiha got: “Vê berxwedanê eleqeyek mezin ava kir. Em dixwazin ev bandor li ser siyaset û dewletan jî be. Divê ev piştevanî vegere pratîkê. Ji ber ku gelê Kobanê di rewşeke zehmet de ye. Bajar wêran bûye. Gel ji warê xwe dibe. Sivîl dimirin. Ji bo ev bi dawî bin divê Kurd jî bibin alîkar. Ev nirxek mirovahiyê ye.
Ji bo tevlî vê kampanyaya navneteweyî ya PYD’ê bibin hûn dikarin li ser numareyên hesabên li jêr alîkariyê bikin:
Altruism Foundation
www.altruism-foundation.org
Hesap No.: 859005216 (SNS Bank)
IBAN: NL31SNSB0859005216
BIC: SNSBNL2A
Silava e.V.
IBAN: 34 4325 0030 0001 0509 05
Bic : WELADED1HRN