Pûîgdemont her çendî îlan taloq jî kiribe dev ji serxwebûnê bernade
Serokê Katalonyayê Carles Pûîgdemont ê îlana serxwebûnê taloq kir, bi armanca diyaloga parlementoya herêmê pêşnûmeya taloqkirina îlana serxwebûnê kir.
Serokê Katalonyayê Carles Pûîgdemont ê îlana serxwebûnê taloq kir, bi armanca diyaloga parlementoya herêmê pêşnûmeya taloqkirina îlana serxwebûnê kir.
Rêveberiya Katalonyayê, diyar kir ku wê bi Îspanyayê re muzakereyan bidomînin. Serokê Katalonya Carles Pûîgdemont ê di vekirina rûniştina Parlementoya Katalnoyayê de axivî û diyar kir ku ji bo şansê diyalogê bi hikûmeta Îspanyayê re pêk bînin, anî ziman ku divê îlana serxwebûnê bê taloqkirin.
Pûîgdemont wiha got: “Ji sindoqan ji bo serxwebûnê dengên ‘Erê’ derketin. Dixwazim vîna ku gelê Katalonyayê di warê dewleteke serbixwe de derxist holê bê tecelîkirin. Katolonya bi encamên referandûmê mafê îlankirina serxwebûnê bi dest xist.”
Katalonya di refarandûma 1’ê Cotmehê de, gel ji sedî 90 dengê erê bikar anî. Îspanya li hemberî vê referandûmê nerazîbûnên tund nîşan da û dengdan weke neqanûqî pênase kir.
Pûîgdemont di axaftina xwe de hêvî kir ku pirsgirêkên di navbera Katalonya û Îspanyayê de bi rêyên aştiyane bê çareserkirin.