Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî got: “Sîstema der hiqûqî ya li Îmralî dema dibe mijara gotinê, li Tirkiyeyê tu miroveke civakê azad nabe. Dema ku zilm li ser Kurdan hebe, yên din nikarin bi azadî, kêfxweş û aram bijîn.”
Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzîkî salekê bû ku ti agahiyek jê nedihate girtin, roja Pênşemê kekê wî Mehmet Ocalan hevdîtinek bi qasî 5 deqeyan kir. Mehmet Ocalan anî ziman ku di carekê de telefon qût bû û got: “Dixwazim parêzer bên vir li gel min hevdîtinê bikin.”
Ji Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî, li ser hevdîtina piştî 11 mehan û şûnde û dîsa mercên tecrîdê ji ANF’ê re axivî.
Yureklî got: “Ev tê wateya lîstina bi refleksên civakê re. Ev rengek cuda ya tecrîda 22 salî tê domandin e. Berpirsyariya vê mezin e. Li dijî qanûn û hiqûqê ye. Hevdîtina kin a li gel Abdullah Ocalan rewşeke tehlûke ye. Gotibû; ‘Hûn di ferqa vê yekê de ne, ez vê qebûl nakim’. Ji bo hinek tiştan derxe zanabûnê, daxuyaniyên girîng ên krîtîk in.”
TECRÎDEKE MIJARA GOTINÊ YA 22 SALÎ HEYE
Yureklî anî ziman ku li girtîgeha li Îmraliyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke qadeke ya tecrîdê hate amadekirin û xwe naspêre mercên hiqûqî û wiha nirxand: “Ya tê tecrîdkirin dîzaynkirina siyasetekê ye. Hesabên bertekên civakî kirin. 22 sal tije bû. Di vê wateyê de divê ev du pirs bên bersivandin;
-Li gorî pîvanên bingehîn ên maf û azadiyê ye, di vê mijarê de divê çi bên kirin, çi bê kirin, encam û rewşa derkeve holê çi ne?
-Divê bikevin ferqa wê yekê yê ku li wir tê tecrîdkirina Abdullah Ocalan e, ev pirsgirêkek ya girtîgehê ye, gelo bi girtîgehê ve sînordar e an ne?”
Yureklî wiha domand: “Rewşa heyî ne li gorî destûra bingehîn û ne jî li gorî peymana navneteweyî ye, peymanên ku Tirkiye jî li gel in, li dijî hiqûqa navneteweyî ne. Dema di vê mijarê de lê bê nêrîn ji tecrîdê ne cuda ye. Li Ewropa û cîhanê tiştekî mîna vê tine. Ne mimkûne ku ev yek bê qebûlkirin. Maf û azadî divê ti demê nebe mijara şantajê. Tecrîdeke mutlaq a 22 salî heye.
TI NORMÊN CIVAKA EXLAQÎ QEBÛL NAKIN
Prz. Yureklî bal kişand ser Girtîgeha Îmralî û got: “Li giravekê 4 mirov di nava mercên hucreyê de, bi nasnameya Kurd in. Çar mirovên ji bo Kurd, aştî û demokrasiyê têkoşîn dayî, ji ber vê berdêl dayî, li gorî qanûnên heyî li ser cezayê muebetê re, li giravekê ji cîhana derve re têkiliyên wan hatine qûtkirin. Di navbera wan de jî peywendî nîne. Ti agahiyek bi derve re nayê parvekirin, em nikarin ti agahiyek li ser wan bidin, gihaye wê astê ku salê bi rêya telefonê ew jî 5 deq. Ev rewşeke welê ye ku ti normên civaka exlaqî vê yekê qebûl nake. Heta ku ne mimkune ku hişê mirovan vê ragire. Li ser vî bingehî li wir dixwazin bi ruhî û bedenî birizînin”
Yureklî îşaret bi mercên tecrîdê û asta civakî da, anî ziman ku yê li wir ne tenê ‘mehkûmeke’ û wiha bilêv kir: “Abdullah Ocalan ji bo aştiyê kelhekî girîng e. Bi vekirî dibêjim eger ku em qala aştiyeke civakî li her qadê bikin; ê li hewl dide, çareserî pêş dixe, proje dihilberîne Abdullah Ocalan e. Dema ku wiha be divê ji rewşa pirsgirêkeke ya girtîgehê zêdetir divê ji bo aştî, aramî û demokrasiyek ya civakî divê nêzîk bibin û xwedî lê derkevin.”
MUXATABÊ BINGEHÎN ABDULLAH OCALAN E
Yureklî da xuyakirin ku eger pirsa Kurd çareser nebe, li Tirkiyeyê pirsgirêka demokrasiyê çareser nabe. Yureklî destnîşan kir ku pirsa Kurd pirsekî girîng e û got: “Ji bo çareseriya vê jî mûxatabê bingehîn Abdullah Ocalan e. Ev rastiyeke welê ye ne tenê tevgerên siyasî ya Kurd, raya giştî ya demokratîk dem bi dem dewlet û hikûmetê jî qebûl kiriye.”
TI BERPIRSYARIYEKE YA ABDULLAH OCALAN A JI PÊVAJOYA AŞTIYÊ NÎNE
Prz. Cengîz Yureklî bal kişand ku di bidawîbûna ‘Pêvajoya Aştiyê’ ya sala 2015’an de ti eleqeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi vê re nîne û got: “Hemû aktor, desthilat, dewlet, burokrat, civaka sivîl, muxalefet û her kes dikarin berpirs bidin nîşandan. Ne mimkûne ku Abdullah Ocalan ê li Girava Îmralî berpirs bê nîşandan. Pêvajoya 2015’an qedand ji bo berjewendiyên xwe yên polîtîk. Piştre hemû derî hatin girtin. Di hevdîtina 2016’an a li gel kekê xwe gotibû; ‘Hê jî ji bo aştiyê di nava hewldanan de me. Eger dewlet cidî be, dikare du kesan bişîne, em vê mijarê çareser bikin.’ Piştre pêvajoya 2019’an derket pêşiya me. Tim digot aştî, lê li ber vê tecrîd hate şidandin. Hemû dezgehên weşanê ku wê demê qala Abdullah Ocalan dikir, niha dixwazin krîmînalîze bikin.”
TECRÎDA LI ÎMRALÎ BÊ ÇARESERÎ YE
Yureklî anî ziman ku tecrîda li Îmralî tê kirin, tecreîdeke welê ye ku ji bê çareseriyê tê û bal kişand ser berpirsiyariyên raya giştî wiha anî ziman: “Ji bo dawîkirina tecrîdê greva birçîbûnê ya ku 120 rojî derbas kir heye. Li ser raya giştî gelek agahiyên têkildarî jiyan û tenduristiyê belav dibin. Hevdîtina roja Pêncşemê ya telefonê qût dibe. Tevî vê divê raya giştî, rewşenbîr dengê xwe bilindtir bikin. Vê vekirî dibêjim; heta ku sîstema der hiqûqî ya li Îmarlî hebe, li Tirkiyeyê ti mirovek nikare azad bijî. Dema ku zilm li ser Kurdan hebe, yên din nikarin azadî, kêfxweş û aram bijîn.”
TELEFONEK BÛ KU KÊMKIRINA NERAZÎBÛNAN BÛ
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî destnîşan kir ku weke parêzer têkildarî tendurisityê ti agahiyek di destê wan de nîne û got: “Hevdîtina hate kirin jî, ne li gorî hiqûqê ye. Dema pêvajoya girtinê li ber çavan bê girtin û belavbûna van agahiyan, muhtemel hevdîtina telefonê ya hate kirin, ji bo kêmkirina nerazîbûnan bû. Mixabin ev telefon di nîv de qût bû, muwekîlên me yên din jî bi armanca protestoyê nehatin hevdîtina telefonê. Rewşeke tecrîdê heye, agahî nayên girtin. Piştre nûçeyên li ser raya giştî tên belavkirin hene, piştre wek ku pir rûtîn e, her tişt di cihê xwe de ye, daxuyaniyên kin didin. Ev agahî ne rastin, ev rewşeke cîdî ya derûnî ye.”