Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Prz. Fermon: Ewropa li ser mijara Tirkiyê lîstikek taloke dilîze

Yek ji parêzerê doza PKK'ê yê Belçîkayê Jan Fermon li ser bêdengiya hikûmetên Ewropî yên piştî gefên Ismaîl Hakki Pekîn, Serokê berê yê îstîxbarata Serekerkaniya Tirk helwest nîşan da û got, ''Welatên Ewropî lîstikeke taloke dilîze.''

Fermon li ser gotinên Pekîn ya derheqê komkujiya 9'ê Çile ya 2013'an a Parîsê got, ''piştrastkirina tişta ku dihate zanîn.''

Ismaîl Hakki Pekîn 16'ê Sibatê li qanala CNN Tirk gotibû divê rêveberên KCK'ê yên li Qendîlê bibin hedef, Kurdên li Ewropa hedef nîşan dabû û wiha li xwe mikur hatibû: ''Li Ewropayê hin hêman hene. Divê em tiştekî bi van hêmanên li Ewropayê bikin. Erê beriya niha li Parîsê hate kirin lê..''

Prz. Fermon ji ANF'ê re axivî û got, ''Ev ne tiştên wiha bûn ku em ne li hêviyê bûn. Me dizanîbû ku Tirkiye li derveyî welat çalakiyan dike. Berê gelek caran çalakiyên wiha kir. Di vê daxuyaniyê de tekane tişta nû ew e ku ev bi rengekî aşkee hatiye gotin.''

Ferman got dibe ku ev lixwemikuhartin bandoreke rasterast li ser hiqûqa Ewropayê bike û wiha domand: ''Ji hêla hiqûqî ve bi min tesîreke rasterast nake. Lê divê hin tevdîr werin standin, ji ber ku peyam aşkere ye. Peyama ku dixwazin bidin cîhanê ev e; dubarekirin kuştinê wiha. Helbet ev li xwe girtin e jî. Ji hêla hiqûqî ve dibe ku encamek dernekeve lê piştrastkirin wan tiştan e ku jixwe têne zanîn. Ango fermana kuştina sê jinan meqamên Tirk dan. Ji aliyekî ve vê bandora şokê kiriye ji hêla dî ve jî ne rewşeke nû ye.''

Fermon got ev cînayet nayên qebûlkirin, divê rayedarên Ewropî bersviê bidin û got, ''Bêguman ev aşkere geflêxwarin e. Ev daxuyanî nayê qebûlkirin .Helbet hin zehmetiyên vê hene, rajêrî hiqûqa Tirk in. Dema ku ji vî alî ve mirov binere girtina vî kesî zehmet e. Li Tirkiyê jî wê tiştek bi wî neyê. Ev kes jixwe ya ku tê zanîn dibêje û bi teqezî  nayê qebûlkirin, bangeke skandal e. Di serî de Belçîka divê welatên têkildar di cih de bersivê bidin.''

Fermon li gel aşkere gef têne xwarin û weqaya Rûhî Semen a Elmanya jî bal kişande ser bêdengiya hikûmetên Ewropî û got, ''Ji ber vê, divê bang li Tirkiyê were kirin.''

Rûhî Semen hevkarê tetîkêş Omer Guney ê li Elmanyayê ye, li gel ku têkiliyên wî aşkere bûn jî derketibû holê li DÎTÎB'ê ku yek ji saziya hikûmeta Tirk a li Elmanayayê ye, aktîf e.

Li ser helwesta welatên Ewropî Fermon got, ''ev problemek e dubare ye'' û domamd, ''Rayedarên Ewropî pir destek dane Tirkiyê. Di pirsa Kurd de destek dane Tirkiyê. Hiştin ku bikeve Tirkiyê. Her wiha ew bixwe jî li dijî Kurdan tevlî prosedûrên hiqûqî bûn. Aşkere ye ku ev ji mêj ve ye têkiliyeke xurt di navbeyna wan de heye hevkarên hev ên sûc in. Berjewendiya wan a hevpar heye û vê di ser her tiştî re digirin. Bêguman ev nayê qebûlkirin. Lê ne rewşeke nû ye. Piraniya welatên EwropÎ li ser rûdanên li Tirkiyê helwesta xwe şîlo ye. Di rewşên xirabtir de hevkarên hev ên sûc in.''

Fermon diyar kir dewleta Tirk îro û ji bo rojên pêş,  ''her ku diçe polîtîkayeke pir zelal û agresîf dike'' û got, Tirkiye ''şer îxracî Ewropayê dike'' û wiha domand: ''Daxuyaniyên Pekîn di vê rewşê de bêhtir taloke ye. Aşkere ye geşedaneke taloke ye. Ji mêj ve rexne li Kurdan anîn ku şer tînin Ewropayê. Lê di rastiyê de ti caran Kurdan ev nekir, Tirkiye şer tîne Ewropayê. Welatên Ewropî li vir bi lîstikeke pir taloke dilîzin. Dibe ku ev li Ewropiyan vegere. Ev hemû tişt ne nû bin jî pir bêpirsyarî ye. Ji mêj ve ye ev tevgerên Ewropayê hene.''

Fermon li ser planên suîkastê yên li ser siyasîyên Kurd ên li Belçîkayê nexwest agahiyê bide.

Fermon got, ''Niha lêpirsînek heye lê li ser vê nikarim biaxivim. Lêpirsîneke li ser gefa li ser berpirsên Kurd ên Belçîkayê ye. Derheqê naveroka lêpirsînê nikarim biaxivim.''

Hezîrana 2017'an polîsên Belçîkî sê kesên gumanbar bi agahiya ku rêxistinên Kurd dabûn hatibûn sekinandin. Vê rûdanê ji bo ku lêpirsîna Parîsê ji nû ve dest pê bike bandoreke girîng kiribû. Ji ber ku sê kesên di wesayitê de plansaziya suîkastê li Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartaş danîbûn. Yek ji gumanbaran berê leşkerekî Tirk bû. Yek jê qerta polîsan şanî dabû. Li gorî agahiyên ku ji kanên nêzî lêpirsînê hatibûn standin, ev 2 kes bi 4 kesên Tirk re li Parîsê mabûn. Tê diyarkirin ji van yek jê segvan e. Li gorî agahiyên ji kanên nêzî dosyayê hatine standin, polîsên Belçîkayê gumanê jê dibin ku dîplomatekî payebilind ê Tirk ê li Parîsê ev xebat koordîne kiriye.


Jan Fermon di doza siyasetmedarên Kurd de parêzerî kiribû, li ser aliyê ku PKK ne rêxistineke terorê ye. Daraza Bilind û dozgerê federal li ser biryara Adara 2018'an a Dadgeha Îstînafê 28'ê Çile biryara xwe aşkere kiribû, Daraza Bilind îtîraz red kiribû û biryara Dadgeha Îstînafê weke biryara dawî pejirandibû. Dadgeha Îstînafê li ser têkoşîna PKK'ê gotibû, ''Şerekî çekdarî yê ku Kurdan û dewleta Tirk tîne pêşberî hev û ne navnetewî''. Dadgehê biryar li ser dabû ku PKK nikare weke rêxistineke terorîst were dîtin, diyar kiribû li Tirkiyê şerek heye, ji vî alî ve, li Belçîkayê bi çarçoweya qanûna antî-terorê darizandinek nikare were kirin. Dadgehê her wiha gotibû têkoşîna PKK'ê divê li gorî hiqûqa şer a navnetewî were nirxandin.