Prof. Graeber: Ez Ocalan dipejirînim û teqdîr dikim
Prof. Graber diyar kir ku ew çûye Rojava û ya ku dîtiye şoreş e. Graeber pesnê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û destnîşan kir ku ew tevlî nêrînên wî dibe.
Prof. Graber diyar kir ku ew çûye Rojava û ya ku dîtiye şoreş e. Graeber pesnê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û destnîşan kir ku ew tevlî nêrînên wî dibe.
Prof. Graber diyar kir ku ew çûye Rojava û ya ku dîtiye şoreş e. Graeber pesnê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û destnîşan kir ku ew tevlî nêrînên wî dibe.
Prof. Davîd Graeber ê beşdarî "Konferansa Dijderketina li Modernîteya Kapîtalîst 2" a li bajarê Elmanya Hambûrgê hat lidarxistin bû, anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sosyolojiya azadiyê nivîsandiye û got, "Ocalan mirovekî rasteqîn e. Nêrîna wî dipejirînim û teqdîr dikim."
Prof. Davîd Graeber bersiv da pirsên ANF'ê.
'LI NAVA KOLANÊN ROJAVA MIN ŞOREŞ DÎT'
Beriya niha bi demeke kurt hûn li Rojava bûn. Çima?
Çûyîna Rojava ji bo min girîng bû. Bi Kobanê re li tevahiya cîhanê deng vedabû. Her kesî behsa wir dikir. Ji bo hîn bibim min xwest biçim wir û di cih de bibînim.
Ya ku hûn li bendê bûn, we dît?
Ez pê ne ewle bûm ku çi bibînim an jî divê çi bibînim. Ji xwe bendewariyeke min a mezin jî tinebû. Min bi tenê xwest bibînim. Lê belê piştî ku çûm wê derê û min rewşa li wir dît, pê ewle bûm ya hatiye kirin şoreş e. Bi taybetî girîngiya rola jinan di têkoşîna civakî de û hebûna wan a bi awayekî aktîf di nava rêveberiyê de bandor li min kir.
Li Rojava hêviya avakirina sîstemeke antî kapîtalîst û alternatîf heye?
Hemû tevgerên antî kapîtalîst ên li cîhanê, gelekî bi şêweyê nedîtbar diaxivin. Nirxandinên ew dikin û têgînên bikar tînin, gelekî nedîtbar e, lingê wan li hewa ne. Teoriyên wan ên 'Divê dewlet were hilweşandin, şoreş were pêkanîn, dûre sîstem were avakirin' hene. Lê belê li Rojava ev sîstem di pratîkê de jiyanî dibe, têkoşîn ji bo vê tê dayîn. Bi berevajî van teoriyan tê kirin. Şoreş û têkoşîna avakirina jiyaneke nû di zikhev de tên meşandin. Di destpêkê de dewleta baviksalarî, dûre jî sîstema kapîtalîst ji holê tê rakirin. Min ev hemû di jiyana rojane, têkiliyan û li nava kolanan dît. Eger pêwîstî bi dayîna mînakekê hebe; Ji bo semînereke bi serenavê 'Bi nêrîna anarşîzm re em çawa dikarin jiyana xwe birêxistin bikin' a li Wolfsbûrgê hatim vexwendin. Li wir nîqaşa 'Eger New York City ji nû ve bihata avakirin, wê çawa bibûya' hat meşandin. Û kirin nekirin çareseriyek peyda nekirin. Lê belê li Rojava, çawaniya ji nû ve avakirinê min bi çavê xwe di pratîkê de dît. Hewldaneke bi vî rengî heye.
'DIKARE BIBE HERÊMA MÎNAK Û SEMBOL'
Tevgerên şoreşgerî yên li cîhanê bi çi rengî li Rojava dinêrin?
Tevgerên çep ên li cîhanê di destpêkê de bi awayekî neyînî li Rojava nihêrîn. Hema bêjin bi çavekî dijminane lê nihêrîn. Yên ku xwe weke şoreşgeran pênase dikirin, Rojava weke şoreşekê nedîtin. Û ya li wir fêm nekirin. Lê pbelê piştî demeke kurt Rojava li tevahiya cîhanê bû sembolek. Bêguman van derdoran piştre ev rastî dîtin. Di roja me ya îro de Rojava dikare bibe mînakek û sembolek.
'EZ NÊRÎNA OCALAN DIPEJIRÎNIM'
Hûn nêrînên Ocalan ên li ser kapîtalîzmê çawa dinirxînin?
Min nekarî hemû pirtûkên Ocalan bixwînim. Bi qasî ku min yên xwend, Ocalan mirovekî gelekî rasteqîn e. Sosyolojiya azadiyê nivîsandiye. Ev vê stîlê gelekî diecibînim, dogmatîk nîne, nêrînên pêşî vekirî ne. Bêguman di vê mijarê de hin pirsên min, hin rexneyên min jî hene. Ev jî di asta teknîkî de ne. Lê belê ez nêrîna Ocalan dipejirînim û teqdîr dikim.
Hûn rexnekirina Marksîzmê çawa şîrove dikin?
Ocalan bi giranî ji ser Lenînîzmê nêrînên Marksîzmê rexne dike. Ez van rexneyan di cih de dibînim û tevlî wan dibim. Rexneyên rast in. Marksîzm qadeke gelekî mezin e, berfireh e. Aliyên ku Ocalan rexne dike, ez jî rexne dikim.
Kapîtalîzmê li cîhanê rê li ber krîzekê vekir. We jî di pêşkêşiya xwe de diyar kriin ku mirov li cîhanê bûne 'koleyê hemdem'. Hûn dikarin hinekî vê vebêjin?
Kapîtalîzm sîstemeke dawiya emrê wê hatiye. Hemû enerjiya xwe ya pozîtîf winda kiriye. Niha veguheriye sîstemeke reaksiyonel. Kapîtalîzmê îflas kiriye. Ji aliyê pirsgirêkên malbatî, newekhevî, qeyran, hevsengiyên bê ewle, polîtîk û siyasî ve kaosek heye. Hemû nirxên wê bê wate bûne û dawiya wê hatiye. Lê belê pirsgirêkek bi tenê heye; mirovên li tevahiya cîhanê bi nêrîna 'em nikarin kapîtalîzmê ji holê rakin' hatine qanihkirin. Ew bi xwe bi vê îdeolojiyê re xwe li ser piyan digire û dijî. Mirov koleyekî dilxwaz e. Koleyekî hemdem ku bi daxwaza xwe vê dike.
Ji holê rakirina vê pêkane?
Bi dîtina min pêkane. Mînak; dema mirov li emperyalîzma Amerîkayê dinêrin, mirov dikare dawiya wê bibîne. Mirov dikare dawiya kapîtalîzmê jî bibîne. Lê çi wê were şûna wê? Pirsgirêka herî mezin a niha ev e.
'PÊWÎSTÎ BI SÎSTEMEKE KU BANDORA PERE LÊ NÎNE, HEYE'
Êrîşên DAIŞ'ê û komên tund ên olî yên li Rojhilata Navîn û kaosa van rê li ber vekirine, pêwendiya xwe bi kapîtalîzmê re heye?
Faşîzma li Ewropayê jî weke alternatîfa kapîtalîzmê derket holê. Taybetmendiya kapîtalîzmê ev e. Mîna ku tevgerên civakî li dijî wê derketine tê xuyakirin, lê belê dûre diyar dibe ku jê ne cihê ne. DAIŞ jî bi heman rengî ye. Di encamê de xizmetê ji vê sîstemê re dike.
Li cîhaneke hêz û bandora pere lê nîne li Rojava yan jî devereke din sîstemek dikare dûrî pere were avakirin?
Divê sîstemeke ku pere bi qasî niha lê ne bi bandor e were avakirin. Divê em ji bo vê têbikoşin. Ji ber ku sîstema niha, dînîtiyeke. Mirovan bê fonksiyon dike. Pîşeyên jiyanî bê wate dibin. Gelek pîşeyên bê wate tên afirandin. Ev yek jî rê li ber xerabûna hevsengiyê vedike. Nifşekî nediyar e çiye diafirîne.