Prof. Dr. Onder: Kadroyên desthilatdariyê bi bertîlê bi hev re girêdayî ne
Prof. Dr. Onder: Kadroyên desthilatdariyê bi bertîlê bi hev re girêdayî ne
Prof. Dr. Onder: Kadroyên desthilatdariyê bi bertîlê bi hev re girêdayî ne
Profesorê aboriyê Îzzettîn Onder da xuyakirin ku kadroyên li desthilatdariya polîtîkaya kapîtalîst dimeşîne, ne bi xizmeta ji bo welat û gel, bi bertîl û nelirêtiyê bi hev ve dilsoz in. Onder ragihand ku Cemaet jî li derveyî têkiliyên berjewendiyan nîne û got, "Lewma pevçûn wê hînê dewam bike. Binê kar hînê nehatiye dîtin."
Tirkiye bi rojane operasyona bertîl û nelirêtiyê yan jî pevçûna navbera AKP û rêxistina Fethûllah Gulen diaxive. Her çend li ser sedem û encamên wê yên siyasî tê axivîn jî, aliyê wê yê aboriyê nayê dîtin.
Profesorê Aboriyê Îzzettîn Onder diyar dike ku "dapêştinên dadgeriyê" ya di referandûma dawî ya destûra bingehîn de hat kirin, amadekarî ji bo rojên îro bû û destnîşan kir ku di vê de berpirsyariya "têrê nake, lê erê" heye. Onder destnîşan kir ku kadroyên li desthilatdariyên polîtîkayên kapîtalîst dimeşînin bi 'nelirêtî û bertîl'ê dilsozên hev in û tîne ziman ku ji ber vê yekê Cemaet jî li deveyî vê têkiliya berjewendiyan nîne.
Prof. Dr. Îzzettîn Onder ji me re, operasyona bertîl û nelirêtiyê, têkiliya aboriyê û encamên gengaz vegot.
DAPÊŞTINÊN DADGERIYÊ AMADEKARIYÊN JI BO ROJA ÎRO BÛN
Em rojeva bingehîn a Tirkiyeyê, krîza bertîl û nelirêtiyê binirxînin...Diuare ku ev rojev wê demeke dirêj neguhere. Her çend behsa krîzeke yekser bi aboriyê re pêwendîdar bê kirin jî, di rewşa hayî de bi teşeyeke cuda tê axivîn. Tifaqa bi kapîtalîmzê yan jî di desthilatdariyên siyasî yên vê yekê temsîl dikin de gelo nelirêtiyên jêneveger e?
Bertîl, di her tevîneya kapîtalîst a lê parvekirina hatineyan xera bûye û kar ketine rewşeke xetere de, heye. Kadroyên li desthilatdariyê ne bi xizmeta ji welat û gel, bi yekitiya bertîl û nelirêtiyê dilsozên hev in. Bi vî rengî dema teriya wan di bin wan de be, kes 'mîna mêran' îstifa nakin. Mînak; dema bûyerên der heqê wezîran de derketin holê û kurên wan ketin ber lêpirsînê Serokwezîr wezîrên pêwendîdar ji wezîfeyê negirt, ev yek watedar e. Xetere hebûn ku agahiyên li gel kadroyekî dilşikestî, dikarî li naverastê bihata belavkirin. Ji ber vê yekê, desthilatdariyên bi vî rengî bi qusûr ji hev jî venaqetin, bi awayekî bi rûmet nikarin dest ji desthilatdariyê jî berdin. Dapêştinê dadgeriyê yên di referandûma dawî ya destûra bingehîn de hatin kirin, amadekariyên ji bo rojên bi vî rengî, ji bo rojên gengaz ên mûxalefetê bû.
YÊN DIGOTIN ‘TÊRÊ NAKE LÊ ERÊ’ BERPIRSYAR IN
Eger em hinekî din gotinê hêsan bikin; di referandûmê de bikaranîna dengê erê, di rewşa îro de para xwe heye?
Belê. Ji xwe yên ku xwe weke rewşenbîr dibînin, tişta fêm nekirine, naxwazin fêm bikin, ev e. Ji rewşa îro ne tenê siyasiyên pêwendîdar berpirsyar in, yên ku digotin 'têrê nakin lê erê' jî berpirsyar in. Hilbijartinên dawî qonaxek bû. Piştî ku gel ji ber sedemên tê zanîn tercîha xwe şaş danî holê, pêşî li tevînekên bê esil ên îro vebû, hem welat hem jî ew bi xwe kepaze bûn. Ev yek karesata civakî ya ji ber başiyên nezanî ye. Dibe ku nuqteyek di dema pêş de bê nirxandin ev e; kapîtalîzm hem rantê çê dike, hem jî yên jê sûdê werdigirin yan jî dizê wê diafirîne. Mixabin di vê qonaxa cîhanê de diyare ku kapîtalîzmê hînê emrê xwe temam nekiriye û aşkerayek ku hişyarbûna gelan jî wê demeke dirêj dewam bike! Ji ber ku saziyên asta jorîn ên mîna medya, hiqûq, zanîngeh hwd. di destê serdestan û di bin fermana wan de ne. Vê yekê jî weke 'demokrasiyê' pêşkêşî gelan dike û mixabin di vî warî de jî bi huner in.
CEMAET LI DERVEYÎ TÊKILIYA BERJEWENDIYAN NÎNE
Weke serkêşê lêpirsînê, operasyonê Cemaeta Gulen tê nîşandan. Eger em bertîl û nelirêtiyê bi awayekî giştî binirxînin, gelo 'pereyê qirêj' di nava Cemaetê de jî nayê bikaranîn?
Bertîl û têkiliya berjewendiyan teqez li derveyî Cemaetê nîne. Ji ber vê yekê pevçûn dê hînê dewam bike û tê payîn berfireh bibe. Lê belê merheleya jorîn a Cemaetê û merheleya jêrîn ku hinekî zirav e xuyaye hinekî ji hev cuda ne, lewma xwestiye berjewendiyên bi dest xistiye ji bo belavkirina Ceametê bi armancên civakîkirina cemaetê bikar aniye. Alîgirên AKP'ê jî ji bo hebûneyên xwe yên şexsî û malbatî, dibe ku di hilbijartinên pêş de ji bo para bertîlê jî bikar anî bin. Hemû karên Cemaetê yên global, bêyî pereyî mezin, nikare bên meşandin. Ev çavkanî bê ûsil û qaçax in. Lê belê rêbaza bikaranînê li nava Cemaetê, dibe ku ji alîgirên AKP'ê cudatir be. Di vî warî de binê kar nehatiye dîtin, gumanbare ku binê wê were dîtin!
POLÎTÎKAYA ŞAŞ A XWE DISPÊRE DYA, ZERAR DA
Eger mirov vê krîzê bi serneketiya polîtîka derve ya Erdogan re bikin yek, gelo wê encamên aboriyê yên cidî bi xwe re bîne?
Eger mirov polîtîkaya derve ya AKP'ê bi rewşa binketî ya dawî re binirxînin, hingî wê bûyerên esasî neyên dîtin. Stratejiya polîtîka derve ya AKP'ê ya nayê efûkirin, wergirtina Hevserokatiya BOP'ê û dewamkirina wê ye. Ev yek ne polîtîka ye, xizmeteke koledariyê ye, xizmetkariyeke. DYA yekane yan jî yek ji wan hêzên pêşeng ên cîhanê ye. Hevkarî di nava hêzên di asta hev de ne dibe. Di rewşên cuda de hevkarî dibe ferman-fermandarî. Ji ber ku hal bi vî rengî ye, pereyên nayê zanîn ên ji Dûbaî yan jî herêmên din sewqî Bankaya Navendî hatin kirin û weke 'şaş yan jî xwedî kêmasî' hatin qeydkirin ji bo desthilatdariyê bûn bertîl. Bi vî rengî hewl da armancên xwe yên patroniya herêmê bicih bîne. Vê yekê jî cîranên xwe, bi taybetî jî Îran bi awayekî mafdar hêrs kir. Bûyera Sûriye, bûyera Îsraîle hemû bi vê abestiyê re pêwendîdar in. Hezîne ku gel jî ev rewş weke Tirkiyeya mezin bûye, bûye serdestê herêmê, fêm kir. Ev xefleteke, dînîtiyeke.
Polîtîkaya derve bêguman zerar da Tirkiyeyê. Xuyaye ku ev zerar dê di dema pêş de jî were kirin. AKP ev rê vekriye. AKP ji holê rabe jî, yên piştî wê were dê bi vê soza ji bo DYA bên ser desthilatdariyê. Ji ber vê yekê partiyên çep girîng in. Lê di vê mijarê de jî hînê xwedî gelek pirsgirêkên cidî yên ahengiya bi gel re ne.
Di civîna MGK ya sala 2001'ê de krîza destûra bingehîn rû da bû û encamên aboriyê yên ji ber vê krîzê rû dabûn...
Bûyera di krîza destûra bingehîn a 2001'ê de rû da, dilopa dawî ya bankatiya komî ser hev bû, pereyê germ û rewşa pozîsyona vekirî fûrandibû. Krîza niha tê jiyîn pirsgirêkên bankayê dernexist wê astê, lê belê di warê deynê derve de girîng e. Bilindbûna dowîz û faîzê zerarê dide aboriyê, berdêla vê jî wê bandora xwe li gelê me û kedkarên me yên xwedî hatineyeke kêm bike. Ji xwe bêkarî zêde ye, dibe ku zêdetir bibe. Bi awayekî xwezayî, her krîza siyasî rê li ber krîza aboriyê vedike û berdêla vê jî welatiyên xwedî hatiyeke kêm didin. Ji vê rewşê jî xeteretir; tercîha siyasî ya gel li gorî bûyerên siyasî û aborî nayê kirin, mîna alîgiriya tîmeke futbolê dikin, tercîha xwe datînin. Diyare ku polîtîkaya mexdûriyetê ya AKP'ê wê vê rewşê demeke din jî birêve bibe. Bi paşvexistineke cidî ya di perwrdeyê de hewl tê dayîn nifşekî nû bê afirandin.