Prof. Dr. Monch: Ewropa gelek tiştan deyndarê Kurdan e
Hiqûqnasê navdar ê Elman profesor û rektorê berê Prof. Dr. Ronald Monch çû serdana berxwedêrên greva birçîbûnê yên Strasbourgê. Monch got, “Heke Kurd nebûna wê DAÎŞ’ê Ewropa bifetisanda.”
Hiqûqnasê navdar ê Elman profesor û rektorê berê Prof. Dr. Ronald Monch çû serdana berxwedêrên greva birçîbûnê yên Strasbourgê. Monch got, “Heke Kurd nebûna wê DAÎŞ’ê Ewropa bifetisanda.”
Rektorê berê yê Dibistana Bilind a Hochschule Bremen û hiqûqnasê navdar Prof. Dr. Ronald Monch, roja Şemiyê çû serdana berxwedêrên greva birçîbûnê yên li bajarê Strasbourg ê Faransayê ku berxwedana wan ketiye roja 105’an.
Monch, li ser nivînê serdana Yuksel Koç kir û di derbarê tenduristiya berxwedêran de agahî girt. Monch daxwaza xwe ya ku beriya şehadetek çêbe divê daxwazên berxwdêran pêk bên, dubare kir.
‘OCALAN ERÊ NEDIKIR’
Prof. Dr. Ronald Monch, diyar kir ku Kurdên tevlî berxwdanê bûne gelek bandor li wî kirine û bi bîr xist ku dema li Romayê çûye serdana Ocalan.
Monch diyar kir ku Ocalan girîngî dida ewlehî û xurtbûna Kurdan û diyar kir ku Ocalan beriya niha jî diyar kir ku çalakiyên ji bo wî tên kirin erê nake.
POLÎTÎKAYA ELMANYAYÊ YA JI BO KURDAN ‘XEYALŞKESTIN E’
Prof. Dr. Ronald Monch, diyar kir polîtîkaya Elmanyayê ya li hemberî Kurdan xeyalşkestin e û hevdîtina Wezîrê Karê Derve yê Elmayayê Sigmar Gabriel ku sala 2017’an hevpîşeyê xwe yê Tirk Mevlut Çavuşoglu li mala xwe kiriye mêvan mînak nîşan da.
Monch got, “Wezîrê Karê Derve, li mala xwe, yek ji wan wezîrên krîmînal re malovanî kiribû. Destên wî wezîrî (Çavuşoglu) hê jî bi xwîn bûn. Jin û zarok kuştibûn û wezîrê welatê min jê re ‘sembola dostaniyê çay’ îkram kiribû. Lewre ez ji bo hikumeta welatê xwe xeyalşkestî bûm.”
Monch diyar kir ji bo Kurdan serbilindiyek e ku xwe, ji bo armancên pîroz feda dikin û ji hikumetên Elman, Fransa û Îngilîstanê xwest ku li dijî Tirkiyê bibin xwedî helwest.
‘DEWLETA TIRK HILBIJÊRÊN LI ELMANYAYÊ BIKAR TÎNE’
Monch bêdengiya welatên Eweropayê ya li dijî tecrîdê û bi vî awayî domandina têkiliyên xwe jî nirxand û got, “Dewleta Tirk, hilbijêrên Tirk yên li Elmanyayê, li dijî hikumetê bikar tîne û hikumet jî bêdeng dimîne.”
‘PIRSGIRÊKA KURD PIRSGIRÊKEKE KU GAV BI GAV BÊ ÇARESERKIRIN E’
Prof. Dr. Ronald MOnch, di derbarê çareseriya pisgirêka Kurd de jî axivî û got ku ligel dewletên Tirkiye, Irak, Îran û Sûriyeyê, dewleta Elmanyayê jî berpirsyar e. Lewre pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke ku gav bi gav bê çareserkirin e.
Monch diyar kir ji bo vê gelek tiştên ku Kurd bikin jî hene û got, “Îro hûn li vir têkoşîn dikin. Ev tenê jî ji destpêkekê zêdetir e û ev di vê mijarê de gelek çakbîn im. Pirsgirêka ku di heman demê de pirsgirêka Tirk e, wê bi vî awayî bê çareserkirin.”
‘HEKE NE KURD BÛNA WÊ DAÎŞ’Ê EWROPA BIFETISANDA’
Prof. Dr. Monch, bal kişand ser têkbirina DAÎŞ’ê ya ji hêla QSD’ê v û got, “Heke ne Kurd bûna wê DAÎŞ’ê Ewropa bifetisanda. Kurdan bi hezaran şehîd dan heta DAÎŞ qedand. Ji ber vê têkoşîna Kurdan Ewropa gelek tiştan deyndarêm wan e. Divê Kurd jî vê têkoşîna xwe ya sekeftî gav bi gav ji Ewropayiyan re vebêjin û bidin zanîn ku heke ne ew bûna wê DAÎŞ’ê Ewropa bifetisanda.”