Pz. Çakir: Mûstefa Koçak 5 rojan hate êşkencekirin

Parêzer Ezgî Çakir ê bi Mûstefa Koçak ê 255 rojan di rojiya mirinê de bû û bi darê zorê mudaxeleyî wî kirin re civiya, ragihand ku muwekîlê wî li nexweşxaneya kampusa Girtîgeha Aliagayê 5 rojan hate êşkencekirin.

Derket holê ku Mûstefa Koçak ê 28 salî ku 2’emîn Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Şakran bi daxwaza darezandineke edlî dihate girtin ku 255 rojan di rojiya mirinê de bi darê zorê mudaxeleyî wî hate kirin, êşkence lê hatiye kirin.

Parêzer Ezgî Çolak li gel Koçak ê ji derveyî vîna wî 5 rojan li nexweşxaneya kampusa girtîgehê hate girtin û bê agahiya malbat û parêzeran birin Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kirikkaleyê civiya.

Çakir ê piştî hevdîtinê bi rêya dîmenekê daxuyaniyek da, gotinên muwekîlê xwe wiha rêz kir: “Diyar kir ku serî û bedena wî bi şelîtan girê dane û ji bo wî gotiye; ‘Em ê te seqet bikin’. Polîsên sivîl, endamên MÎT’ê, doxtor, dozger û midûrê girtîgehê jî hemû li odê bûn û şahidî ji vê yekê re kirin. Anî ziman ku tevî li ser hişê xwe bû û tevî qebûl jî nekiriye lê bi darê zêrê mudaxeleyî wî kirine. Ji xwe şop û deqên reş û şîn li ser bendena wî dide nîşandan ku bi zorê mudaxeleyî wî kirine. 5 rojan rê nedaye ku biçe tawletê jî. Destdirêj û bi timî çêr jêre û heqaret lê kirine.

Hinek demê bi qasî 10 saetan xwestiye serûjê ji destê xwe veke, dema ji destê xwe jî vekir, bi xortima serûmê li wî xistine û demarên wî teqiyane. Li vê rewşa wî keniyan û gotine; ‘Binêre niha tê ser hişê xwe Mûstefa’ bi vê henekê xwe pê kirine. Peyamek wî heye; wê berxwedana xwe bidomîne.”

 Parêzer Çakir anî ziman ku tavilê dawî li vê bêedaletiyê bê anîn, banga hestyariyê li hêzên demokrasiyê, rêxistinên pîşeyî, parêzer û hunermendan kir.