'Polîtîkayên Tirkiyê li ber çareseriya pirsgirêka Kurd asteng in'

'Polîtîkayên Tirkiyê li ber çareseriya pirsgirêka Kurd asteng in'

Li 65. Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê ya Navneteweyî, ji aliyê Weşanxaneya Mezopotamyayê ve der barê pirsgirêka Kurd de du panêl hatin organîzekirin. Beşdarên panêlê Ferda Çetîn, Pinar Ogunç û nûnerê PYD'ê Xalid Îsa destnîşan kirin ku polîtîkayên Tirkiyê hem li Rojava hem jî li Bakurê Kurdistanê li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd asteng in.

Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê ya Navneteweyê, ku îsal a 65. tê lidar xistin îro bi dawî dibe. Di fûara ku Brezîlya welatê mêvane de, ji 100 welatên tevahiya cîhanê 7 hezar û 300 weşanxane beşdar bûn û pirtûkên xwe yên nû dan nasandin. Li ser navê Kurdan jî Weşanxaneya Mezopotamya û weşanxaneyên Herêma Kurdistana Federal di fûarê de amade ne. Weşanxaneyên Kurd duh tevahiya rojê gelek panêl organîze kirin û pirsgirêka Kurd ji nîqaşê re vekirin. Ji aliyê Weşanxaneya Mezopotamyayê ve du panêlên bi navê "Li Tirkiye-Bakurê Kurdistanê Rêya Aştiya Adil" û "Ji bo Sûriyê Rêya Sêyemîn" hatin organîzekirin. Herêma Kurdistana Federal jî bi navê "Komkujiyên li Gelê Kurd hatine kirin" panêlek lidar xist.

'AKP BI DURÛTIYÊ TEVDIGERE'

Beşdarê panêla "Li Tirkiye-Bakurê Kurdistanê Rêya Aştiya Adil" Ferda Çetîn da xuyakirin ku bi pakêta li Tirkiyê hatiye vekirin re her tişt derketiye holê û got, Li Tirkiyê aştî yan jî çareserî, tiştekî tevlîhev û nayê fêmkirin, nîne. Bi vê yekê re, bi pakêta çend roj berê ji aliyê hikûmetê ve hat aşkerakirin re, her tişt zelal bû. Vê yek di heman demê de niyeta AKP'ê ya li pêşberî pirsgirêka Kurd raxist pêş çavan." Çetîn diyarkir ku hevdîtinên aştiyê di navbera aliyan de dibe û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji bo hevdîtinên aştiyê pêwîste alî hevdu nas bikin. Li gel xurtkirina pêvajoya çaerseriyê, dê ev yek rewşeke baweriya bi hev a beriya niha nehat afirandin, derxîne holê. Ji bo vê jî, divê hikûmet ji aliyekî ve gavê biavêje ji aliyê din ve jî raya giştî amade bike. Lê mixabin di vê pêvajoyê de ev çê nebû. Hikûmet li pêşberî raya giştî bi gelê Kurd re bi awayekî zelal hevdîtinê nake. Red dike. Ji raya giştî ya Tirk re tiştekî cuda, ji raya giştî ya Kurd re tiştekî cuda dibêje. Rolê dike, bi durû tevdigere." Rojnamevan Ferda Çetîn da xuyakirin ku dewleta Tirk ne tenê li Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê jî li dijî xwerêveberiya Kurdan derdikeve û ji bo ve yekê jî komên Îslamî li dijî Kurdan dide şerkirin.

'GIRTIYÊN KCK DÎL TÊN GIRTIN'

Rojnamevana Rojnameya Radîkalê Pinar Ogunç jî ragihand ku li Tirkiyê aştî di reşetariyê de ye û got, "Em jî bi hemû lêgerînên xwe re hewl didin vê bibînin. Eger aştiyeke wekhev dê pêk were, hingî divê ji demên berê cudatir be. Serokwezîr Erdogan di serdema destpêkê de gava behsa pêvajoya çareseriyê kir, behsa gelek hejmaran kir. Balkêş bû ku zerara malî ya şer li Tirkiyê kiriye û razemeniyên bên kirin, yek bi yek rave kir. Li holê ewçend hejmar hebûn, ku tuyê bêjî qey bi çend mirov di nava van salan de jiyana xwe ji dest nedane, bi milyonan mirovan zerar nedîtine û eger çareserî çê bibe, ew der dê bibe navendên betlaneyê. Û pirsgirêkê çareser bibe."

Ogunç anî ziman ku AKP bi mejiyê şîrketê tevdigere û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di pêvajoya ku çareserî tê nîqaşkirin de, Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Huseyîn Çelîk li kanaleke televîzyonê ji bo girtiyên KCK'ê wiha peyivî: 'Bila PKK destpêkê dest ji çekê berde, dûre emê biaxivin'. Ev yek jî vê nîşan dide. Dewlet siyasetmedarên Kurd dîl digire. Ev yek mukurhatineke û helwesta AKP'ê bi awayekî zelal radixe ber çavan. Her wiha li gel perwerdeya zimanê dayikê gelek mijar, bi pakêtê re derket holê ka dê bi çi rengî werin nirxandin."

'TIRKIYE ÇETEYAN DIŞÎNE SER KURDAN'

Panêleke din jî bi sernavê "Li Sûriyê Rêya Sêyemîn" hat lidarxistin. Yek ji nûnerên PYD'ê yên Ewropayê Xalid Îsa di axaftina xwe ya li panêlê de diyar kir ku wan li Sûriyê rêya sêyemîn hilbijartin e û got, "Di tevahiya rêveçûna dîrokê de Kurdan li Sûriyê zexteke mezin dîtin. Hînê jî dibînin. Emê bi helwesta xwe re ne bibin alîgirê hikûmetê ne jî bibin alîgirê mûxalefeta heyî. Emê li ser axa xwe, xwe bi rêve bibin. Destpêkê me tevgerek hevpar hebû. Lê belê di pêvajoyê piştre de mûxalefeta heyî ket bin kontrola Tirkiye, Qatar û Erebîstana Siûdî. Bi taybetî Tirkiyê, ji bo van rêxistinan li dijî Kurdan bide şer kirin, birêxistin kir. Niha ji her alî ve êrîşî me dikin." Nûnerê PYD'ê Îsa ragihand ku Tirkiyê naxwaze li herêmê aramî hebe û got, "Bi xwedîkirina çeteyên mîna El Nûsra re, Kurd, Elewî û Xiristiyanên sivîl qetil dike. Naxwaze Kurd li Rojava bibe rêveberiyek. Tirkiyeya ku xwedî mejiyekî wiha ye, gelo dê li Tirkiyê çawa pirsgirêka Kurd çareser bike? Ev ne gengaz e. Lê belê em li Rojava li gel hemû gefan jî têkoşîna xwe dewam dikin. Em Kurdan, Asûrî-Suryaniyan, Ermeniyan diparêzin."

'KURD DI KOMKUJIYÊ RE HATINE DERBASKIRIN'

Di standa Herêma Kurdistana Federal de bi beşdariya lêkolîner Mohamed Hamaslih panêlek bi navê "Komkujiyên li hemberî Gelê Kurd" hat lidarxistin. Hamasalih di axaftina xwe de bibîr xist ku li hemberî gelê Kurd komkujiyên giran hatine kirin û got, "Di komkujiyên Dêrsim, Zîlan û Helepçê de bi hezaran Kurd hatin qetilkirin. Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê her tim zext li Kurdan kirine û di qirkirinê re derbas kirine. Ev mejî îro jî dewam dike. Lê belê Kurd ne Kurdên berê ne. Têkoşîna mafê xwe li hemû perçeyan dimeşîne. Azadiya wan nêz e."