Serokê Odeya Tabîban a Mêrdînê Dr. Yildirim diyar kir ku AKP polîtîkayên xwe yên neolîberal li qada tenduristiyê bi awayekî bêperwa dimeşîne û bi vî rengî tenduristiya mirovan kiriye sermayeyek.. Dr. Yildirim got, "Pergala neolîberal a bêmerhamet, jiyaneke bi tenduriyeke baş nade civakê, berevajî hîn bêhtir nexweşiyan belav dike" û anî ziman ku bi deh hezaran penaberên hatine Mêrdînê li pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê rast hatine.
Serokê Odeya Tabîban a Mêrdînê Dr. Kamîran Yildirim, polîtîkaya guherîna di tenduristiyê de û bandora wê ya li Kurdistanê ji ANF’ê re nirxand.
VEGUHERÎ SEKTORA BAZIRGANIYÊ
Kamîran Yildirim diyar kir ku hikûmeta AKP’ê polîtîkayên xwe ên neolîberal ên mêtinger a pergala navneteweyî mîna her qada jiyanê di qada tenduristiyê de jî bê sînor dimeşîne û got: “Ev polîtîka veguheriye pergala tenduristiyê ya sermaye û sektora bazirganiyê. Ev pergala li ser pir dermankirin, pir nexweş û pir karê hatiye avakirin, ne tenduristiyê zêdetir nexweşiyan belav dike.”
Yildirim destnîşan kir ku ev polîtîka li ser tenduristiya mirovan pere dide qezenckirin û tenduristiya mirovan mêtinger dike û got: “Bi vê pergalê re serlêdanên ji bo nexweşxane û saziyên tenduristiyê zêde bûn. Lê serlêdan di rastiyê de daneyên erênî ji bo tenduristiya civakê nake. Daneyên ku mamosteyên me danîne holê, nîşan dide ku serlêdan bandoreke erênî li tenduristiyê nekirine û pergala ku AKP’ê kiriye meriyetê ji bo AKP zêdetir karê bike ye.”
ZÊDETIR TUNDÎ Û MÊTINGERÎ
Yildirim got: “Polîtîkaya AKP’ê ya tenduristiya mirovan bi polîtîkayên neolîberal veguhertiye marjînal karê, veguheriye propagandaya ‘xizmeteke tenduristiyê ya bi kalîte û lezgîntir’. Lê niha ji nexweşxaneyan rêz dirêjtir e. Di bikaranîna dermanan de zêdebûnek mezin heye. Dermankirina nexweşan jî êdî kêmtir encamê dide. Bandora vê polîtîkayê ya li ser xebatkarên tenduristiyê jî; xebata zêde, newekheviya heqdest, şîdeta li ser xizmên nexweşan. Xebatkarên tenduristiyê di bin navê polîtîkaya AKP’ê de ketine dorpêçê. Xebatkarên tenduristiyê bi rewşeke ku ti çiqas kar bikî, li çiqas nexweşan binêrî wê ewqas pere bigirî re, tên rû hev hatin. Bi pergala 7 roj 24 saetan tên xebitandin. Xebatkar hefteyê 6 rojan dixebitin û ji xwe re demê nekarin veqetînin.”
Dr. Yildirim têkildarî têkiliya navbera nexweş û doktor de jî axivî û diyar kir ku AKP îdîa dike ku li nexwşxaneyan pereyê kêrê ya emeliyatê hatiye rakirin lê ne wiha ye û got: “Bi polîtîkayên AKP’ê re li nexweşxaneyên taybet pereyên ku hatine dayîn du qatê wê ji nexweşan tên girtin.”
LI KURDISTANÊ BIKARANÎNA DERMANAN REKOR ŞIKANDIN
Yildirim bi lêv kir ku nexweş ku pêwîstî pê tineye jî dermanan bikar tînin û dikin emeliyatan û destnîşan kir ku li Kurdistanê û bi taybet jî li Mêrdînê hejmara kesên antîbiyotîkê bikar tînin zêde ne. Yildirim got ku yek ji pirsgirêkên ku hikûmetê rê li ber vekiriye jî nedermankirina penaberên ji Sûriye û Rojava hatine.