Polîtîkaya tecrîdê ya li dijî Ocalan, îflas kiriye

Parêzer Cengîz Çîçek, nûçeyên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re nirxand û got, polîtîkaya tecrîdê ya dewletê îflas kiriye.

Parêzer Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cengîz Çîçek nerazîbûn nîşanî nûçeyên li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan da. Çîçek ku di heman demê de Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê ye, da xuyakirin ku ji çavkaniya vê îdîayê wêdetir divê armanca belavkirina vê îdîayê bê lêkolînkirin. Çîçek bi bîr xist, ku ji sala 1999'an û vir ve gelek nûçeyên spekulatîf ên bi vî rengî hatine weşandin û destnîşan kir, ku bi vê rêbazê dixwazin bandora Ocalan a li ser gelê Kurd, bindestan û hêzên şoreşger, dilsoziya bi Ocalan re biceribînin. Cengîz Çîçek da zanîn, ku ji bo Ocalan bê jibîrkirin û dînamîzma wî ya polîtîk bê tasfiyekirin, tecrîd li ser tê ferzkirin û got, bi vî rengî test dikin bê polîtîkaya tecrîdê ji aliyê fikir û siyasî ve bi ser ketiye yan na.

'DI SER ESARETA OCALAN RE ŞANTAJ TÊ KIRIN'

Çîçek diyar kir, ku îdîayên hatine weşandin ji bûyerên li Rojhilata Navîn diqewimin cuda nînin û destnîşan kir, ku aqlê dewleta Tirk ê dixwaze destketiyên Tevgera Azadiyê ya Kurd ên li Rojava tine bike, her wiha ji bo tinekirina pêvajoya şoreşgerî, di ser Ocalan re şantajê dike. Çîçek wiha dewam kir: "Aqlê dewletê di ser Ocalan re du peyaman dide Tevgera Azadiyê ya Kurd. Ya yekemîn; dilsoziya gel a bi Ocalan re diceribînin. Ya duyemîn jî; dewlet bi belavkirina van îdîayan re vê mesajê dide, 'ji bîr nekin, Rêberê we hê esîrê me ye. Ewqasî bi pêş ve neçin, dibe ku jiyana rêberê we bikeve xeteriyê'."

Çîçek destnîşan kir ku ev yek hewldaneke vala ye û ragihand, ku rewşa heyî dişibe pêvajoya sala 1999'an. Çîçek bi bîr xist, ku di serî de Ewropa, Kurd li hemû bajaran li ser piyan e û got, "Çawa ku gelê Kurd di sala 1999'an de bi gotina 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' li dora rêberê xwe bûn xelekek ji agir, îro jî piştî 19 salan heman nerazîbûnê li kolanan nîşan dide. Dilsoziya gelê Kurd a bi Birêz Ocalan re dilsoziyeke bi vî rengî ye." Cengîz Çîçek anî ziman, ku ev rewş di heman demê de îflasa polîtîkaya tecrîd û ceribandinê ye û got, "Ev nîşan dide, ku bandora Birêz Ocalan li ser gel û girseyên gel, mîsyona wî ya pêşengiya polîtîk di asteke welê de ye, ku bêbandorkirina wê nepêkan e."

'JI BO BAWERÎ BI DAXUYANIYA DOZGER WERE, DIVÊ TECRÎD WERE RAKIRIN'

Çîçek da zanîn, ku tecrîda li Îmraliyê sîstemeke ku ji bo tol ji Ocalan were hilanîn hatiye avakirin û diyar kir, berpirsyarê pêvajoya ne exlaqî û ne hiqûqî ya îro, dozgerê ku dibêje îdîa derew e. Çîçek destnîşan kir ku bawerî bi daxuyaniya dozger nayê û got, yekane şertê anîna baweriyê bi vê daxuyaniyê, pêşîvekirina li hevdîtina parêzer û malbatê ye. Çîçek diyar kir, ku divê ev hevdîtin ne tenê ji bo carekê be, pêwîste tecrîd bi temamî  were rakirin. Çîçek nerazîbûn nîşanî bêdengiya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) da û xwest, dawî li vê cotstandartiyê bîne.