Polîtîkaya kuştinê ya dewletê ya li ser ‘girtiyên nexweş’

Niha li girtîgehan 357 jê bi giranî 1025 nexweş hene. Ên ku raporên wan ên resmî hene ev in. Lê rastiyek e ku hê navê gelek nexweşên giran nînin.

 ‘Girtiyê nexweş jiyana xwe ji dest da’

Van demên dawî gelek caran me ev hevok bihîst. Mirina girtiyên nexweş her ku diçe dibe rewşeke jirêzê. Van 2 mehên bihurî 2 girtiyên siyasî jiyana xwe ji dest dan, em gelek nûçeyan dixwînin ku rewşa gelekan jê giran e, divê werin tedawîkirin lê bi kêfî tedawiya nayê kirin.

Celal Şeker, Nîhat Baymiş, Ahmet Bayar, Lutfu Taş, Aram Akyûz..û hê bi sedan navên dî!

Ev nav rewşa mirinê ya herî giran, a ku nikare were qebûlkirin û ziyanê didine rûmeta mirovaniyê bi bîra mirov dixe. Li hêla dî jî ji ber ku serê xwe netewandina bîranîneke bi şeref..

Dewlet heta ku nekuje bernade. Vê weke karekî dibîne. Bi rehetî vê dibêje jî. Mînak li gorî lêkolîneke 2017’an 5 salên dawî 451 girtî jiyana xwe ji dest dane, li gel ku bi nexweşiyeke giran bûn jî û ev ji hêla Saziya Tiba Edlî ve jî hatibû qebûlkirin cezayên wan texîr nekirine.

Ev sazî saziyeke êrîşa îdeolojîk e ku mirina girtiyên nexweş meşrû dike, dike îstatîstîk, daneyeke jirêzê. Bi kêfî êrîşeke li ser ya siyasî ye. Qet bernade. Mînak Celal Şeker li gel ku rapora wî ya ‘nikare li girtîgehê bimîne, 96 ji 100’î bi nexweşiyeke giran e’ jî nehate berdan, li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê bi qeyrana dil çû û xatir xwest meha bihurî.

Îro yasayên berdest ji bo girtiyên nexweş guherîn tê de hene lê kes guh nadiyê.

Di xala 16’an a Yasaya Înfazê de, ya bi navê ‘Ji ber sedema nexweşiyê taloqkirina înfaza cezayê girtîgehê’ 24.01.2013’an bi Yasya Nimroya 6411’an guherînek hatiye kirin. Di guherînê de hikmekî wiha heye: ‘’Girtiyê ji ber nexweşiya giran an jî astengbûyiyê nikare bi serê xwe li şertên saziya ceza înfazê jiyana xwe bidomîne û ji bo ewlehiya civakê wê nebe taloke, li gorî usûla înfaza cezayê ya xala sêyan de, heta ku baş bibe dikare were berdan.’’ Ango heke em binê wê xêz bikin: ‘’Girtiyên ku bi serê xwe nikarin jiyana xwe bidomînin divê înfaza cezayê wan were taloqkirin.’’

Lê Saziya Tiba Edlî (STE) bernade. Dibêje dikare li girtîgehê bimîne. Ergîn Aktaş ê ku niha li girtîgeha Tîpa R ya Menemenê dimîne du destê xwe nîn in. Lê STE dibêje, ‘dikare karê xwe bike, nikare derkeve.’’

Dîsa di biryarekê de gotiye, ‘’Heke em berdin ev rewş li derve wê bibe moral, rêxistin wê moralê bistine’ û rapora ku diviya bide bin edana wê, bi bincilkirina wê rewşeke bêexlaq dertê holê.

Heke STE yekî berdide dizane ku rewşa wî teqez krîtîk e. Û bi wê mantiqeyê ye ku ne li zindanê lê li derve jiyana xwe ji dest bide wê ne ji bo me be.

Çîroka Ahmet Bayar ku mehên bihurî hatî berdan û piştî ku hatî berdan bi mehekê jiyana xwe ji dest dayî bi vê re têkildar e. Ahmet Bayar ku 15’ê Sibata 2011’an ji bo ku tevlî çalakiyeke şermezariyê bûyî bi îdîaya ‘li gel ku ne endamê rêxistinê ye jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye’ doz lê hate vekirin, li gel ku 52 salî û bi nexweşiya kezebê bû jî xirtin girtîgeha 31’ê Adarê. Bayar 5 mehan li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê hate hiştin, piştî ku ji hiş çû malbatê 22’yê Tebaxê li ber Girtîgeha Tîpa D dest bi çalakiya rûniştinê û girêva birçîbûnê kir û hate berdan. Piştî ku hate berdan bi demeke kurt jiyana xwe ji dest da.

Heke dîsa em bi bîr bînin 2015’an di nav 15 rojan de 4 girtiyên siyasî jiyana xwe ji dest dan. 31’ê Kanûnê Lutfî Taş û Haşem Ardûçlu (Lutfu Taş, endamê Koma Aştiyê bû, ku 2009’an bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Qendîlê hatibû), 8’ê Çile Abdulmecît Asrlan û 12’ê Çile jî girtiyê nexweş ê bi navê Mehmet Canpolat, ji ber sedema rapora kêfî ya STE ya ‘dikare li girtîgehê bimîne’ jiyana xwe ji dest da.

Nihal li girtîgehan 357 jê bi giranî 1025 nexweş hene. Yên ku raporên xwe yên fermî gihandin ev in. Hê navê gelek nexweşên giran nayê zanîn jî.

Zindanên li Tirkiyê bi asta faşîzan diguhere. Ev guherîn gher ku diçe dijwartir dibe û niha ‘mirin’ê bi hovîtî çêdibin ku mirov dikare jê re cinayet bibêje.

Em bi konsepteke çendanî û çawaniyê re hevrû bûne. Ev konsept ji ya 12’ê Îlonê gelekî wêdetir e. Heke em li çend daneyan binerin ev bi zelalî wê were dîtin. Mînak li Tirkiyê heta 2005’an 50 hezar girtî hebûn. 12’ê Îlonê ev dibe 79 hezar. Ev hijmara li gorî nifûsa welêt a wê demê sedi 0.18 e. Lê ev zêdebûna piştî darbeyê piştre bi salan kêm bû û hevsengek çêbû. Girtiyên ku 2000’î 49 hezar bûn, 2005’an 55 hezar û 870 bûn, Nîsana 2016’an bû 187 hezar. Hijmara girtiyan li Tirkiyê di 10 salan de 3 caran li xwe zêde kir. Bi AKP’ê re hem hijmara zindana nû hem jî ya girtian zêde zêde bû. Niha hijmara herî zêde ya komara Tirkiyê ye.

Ên ku herî pir ji polîtîkaya zindanê ya dewleta Tirk a dagirker karîger dibe di serî de girtiyên PKK’ê, girtiyên siyasî ne. Di hemû biryaran de ya li ser zindanan, hemû xebatên rehabîliteyê girtiyên PKK’ê berçav dikin û wiha dikin. Ev rastiyek e. Ji bo vê jî her Kurdekî siyasî, weke ‘êsîr’ekî wiha dibîne ku divê rasterast ziyanê bidinê, vîna wî radest were girtin dibîne.

Rewşa nexweşiyê rewşeke wiha ye ku resen e û rêgêzên sincî têne binpêkirin û ji bo dijmin qozek e. Ne rasthatiniyek e ku îro li zindanan ev çend hevrêyên me yên girtiyên nexweş şehîd dibin. Hemû gavên polîtîk in û rasterast ji bo ku ziyana madî û manewî bidin wiha dikin. Ji ber ku rewşa hevalên nexweş herî pir îdare pê dizene.

Li gorî daneyên fermî yên Wezareta Dadmeniyê van 8 salên dawî 2 hezar û 300 girtî li girtîgehan mirin. Daneyên fermî yên wezaretê mirov nikare pê ewle bibe. Diyar e ku zêdetir e. Niha 250 hezar mirov di zindanan de ne. Li gel zêdebûna zindana xizmeta tenduristiyê kêm dibe. Niha serê 1000 kesî doktorek dikeve. Diyar e ku di rewşeke wiha de xizmetekê nikarin bidin.

Ji vê ev dertê: Li zindanê xizmet tine. An teslîm bibe an jî bimire..

Di rastiyê de a ku dike, tundiya ku disepîne û hêvî ev e..

Li ber çavan mirina ev qas mirovan jî delîla vê ya hişkere ye.