Polîsên Tirk li Edeneyê ciwanekî 19 salî qetil kir

Li Edeneyê dema welatiyan komkujiya li Kurdistanê şermezar dikir polîs ciwanê 19 salî Murat Daşkan bi çekê qetil kir. Şahidan diyar kirin ku polîsan li kolanek girtî Daşkan bi çekê qetil kir.

 Li Edeneyê dema welatiyan komkujiya li Kurdistanê şermezar dikir polîs ciwanê 19 salî Murat Daşkan bi çekê qetil kir. Şahidan diyar kirin ku polîsan li kolanek girtî Daşkan bi çekê qetil kir. 


Li duriyana Karasu ya taxa Daglioglu ya navçeya Seyhanê komek welatî kom bûn û komkujiya li Kurdistanê şermezar kir. Di çalakiyê de polîsan çek û bombeyên gazê bikar anîn. Ciwanan jî bi kevir û fîşekên hewayî bersîv da polîsan. Polîsan bi maşîneyên zirxî kolan dorpêç kirin u li kolana 14136'an ciwanê 19 salî Murat Daşkan bi çekê qetil kirin. Ciwanê 19 salî Daşkan ku bi guleya polîs bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Taybet a Guneyê. Lê Daşkan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 

ŞAHID: POLÎSAN GULE BERDA DAŞKAN

Şahidê bûyerê diyar kir ku polîs bi maşîneya zirxî ketin taxê û Daşkan di kuçeyek girtî de gulebaran kir û birîndar kirin. Şahid, da zanîn ku Daşkan, anî ziman ku polîsan nêzî 100 metreyan berdan Daşkan û Daşkan bi guleya polîsan birîndar bû polîsan piştre ew li maşîneya zirxî bar kirin û birin. 


Şahideki din ê bûyerê jî anî ziman ku maşîneya zirxî ya polîsan ket kolanê û ketober tax û kolan gulebaran kir. Şahid, da zanîn ku piştî Daşkan birîndar bû polîs nîv saet şûnde hatin cihê bûyerê kovanên guleyan kom kirin. 

Rayedarên nexweşxaneyê jî diyar kirin ku polîsan ciwan anî nexweşxaneyê û li gel hemû mudaxaleyan Murat Daşkan jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Daşkan rakirin morga tipa Edlî ya Edeneyê. Malbata Daşkan ku hatin ber Saziya Tipa Edlî bertek nîşanî polîsan dan. Polîsan gule avêtin hewa û bertek nîşanî malbatê dan. Piştî polîs ji ber Saziyağ Tipa Edlî dûr ketin rageşî jî bi dawî bû. 

Li aliyê din kurdên li Edeneyê li gelek taşan barîkat danîn û bertek nîşanî komkujiyên li Kurdistanê dan. 

Li taxa Fahrettin Paşa ya Tarsûsa Mêrsînê jî ciwanan çalakî pêk anî. Polîs li rêveberên HDP'ê geriyan û xwestin ciwan ji ser raya trênê vekişin. Ji ber çalakiyan seferên trênê yên navbera Edene û Mêrsînê hatine rawestandin. 

Li taxên Çay, Çilek û Ozgurlukê yên Navçeya Akdenîza Mêrsînê jî ciwanan barîkat danîn. Polîsan bombeyên gazê avêtin û di navbera polîs û ciwanan de bûyer derketin.