Polîsên Tirk li Cizîre û Midyadê 2 zarok birîndar kirin

Polîsên Tirk li Cizîre û Midyadê 2 zarok birîndar kirin

H.B. yê 7 salî yê di encama guleyên polîsan ji wesayîta zirxî ya dema li Taxa Nur a navçeya Cizîrê ya Şirnexê digeriyan li serê wî ket birîndar bû. Li Midyadê jî polîsên êrîşî çalakiya şermezarkirinê kirin li ser gel gule reşandin. Zarokê 10 salî ji kemax û enîşka xwe birîndar bû.

Li Taxa Nur a navçeya Cizîrê ya Şirnexê tevî ti çalakiyeke şermezarkirinê jî nebû ji aliyê polîsên bi wesayîta zirxî di nava taxê de digeriyan li derdorê bi çekeke wek tifingê gule reşandin. Ji guleyên tifingê li  serê zarokê bi navê H.B. yê 7 salî ket. Zarokê birîndar bû birin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizrê û rakirin beşa servîsa lezgîn.

POLÎSÊN LI MIDYATÊ ÊRÎŞÊ GEL KIRIN ZAROKEK BIRÎNDAR KIRIN

Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê û di çalakiyan de êrîşa li ser gel, li navçeya Mîdyadê ya Mêrdînê gel daketin qadan. Girseya bi pêşengiya Rêxistina DBP’ê ya Navçeya Mîdyadê ber bi Parka Bariş ve meş li dar xistin dema gihan Dortyolê polîsan ji mala derdor û Qereqola Polîsan a Midyadê gule li ser gel reşandin. Di encama êrîşê de zarokê bi navê V.T. (10) ji kemax û enîşka xwe birîndar bû. Piştî êrîşê li ser êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid pevçûn derketin. Zarokê birîndar V.T. rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê.