Polîsên Tirk li Cizîrê ciwanek qetil kirin

Li Cizîrê ji ber guleyên ji wesayîta zirxî hatin reşandin Saît Çagdavûl jiyana xwe ji dest da. Ji sê kesên duh birîndar bûn, rewşa yekî ji wan giran e, lê ji ber êrîşan nikare biçe nexweşxaneyê.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, qedexeya derketina derve ket roja sêyemîn. Duh bi şev, ji wesayîtên zirxî yên bi tîpa Kobra yên li kolana Îdîlê bi cih bûbûn gule hatin reşandin û di encamê de li Taxa Nûrê ciwanê bi navê Saît Çagdavûl (19) ê gule li qirika wî ket, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Çagdavûl, ji ber êrîşên giran, li şûna bibin nexweşxaneyê birin mizgefta li taxê.

Polîsên Tirk duh duh bi şev hewl dan bi dehan wesayîtên zirxî bikevin taxên Nûr, Cûdî, Sûr û Yafesê û ji ber vê hewldanê di navbera ciwanan û polîsan de pevçûn derket. Bi hezaran welatî ji bo piştgirî bidin berxwedana ciwanan daketin kolanan. Polîs li taxên ku ev 2 roj in ceryana wê hatine birîn bi bombeavêjan êrîşî gel kirin. Li hemberî wesayîta zirxî ya li ser rêya Hezexê, çalakiya bi roketan pêk hat. Li taxê teqînên dijwar rû dan.

Şêniyên taxê li hemberî êrîşên dijwar çalakiya deng derxistinê pêk anî. Di encama êrîşa polîsan de 3 welatî birîndar bûn. Ji ber êrîşên dijwar welatî nikarîbûn birîndaran bibin nexweşxaneyê. Dermankirina birîndaran li taxê didome. Hat ragihandin ku rewşa yek ji birîndaran giran e.

Li navçeya ku ev 3 roj in pevçûn didome 2 welatî ji hêla segvanan ve û 2 welatî ji ber dengê bombe û guleyan qeyrana dil derbas kirin jiyana xwe ji dest dan. Ji ber polîsan nexweşxane dorpêç kirine nikarin welatiyan bibin nexweşxaneyê.