Polîsên Tirk li Bakirkoyê êrîş birin ser dayikan

Polîsên Tirk dîsa êrîş bire ser dayikên ku li ber Girtîgeha Bakirkoyê, ji bo bibin dengê girtiyên di greva birçîbûnê de ne, çalakiya nobetê digirtin.

Polîsên Tirk êrîş bire ser girseya ku di çalakiya nobetê de bûn, ku di çalakiya nobetê de parlamenterên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Gulîsyan Koçyîgît jî hazir bûn. Polîsan gaza sotîner avête ser çalakgeran, dayika bi navê Huriye Turgut, parezerên OHD'ê Ahmet Balkaya û Renîng Ergul û dayikeke dî ku navê wê diyar nebûyî destgîr kirin.

2'yê Gulanê polîsan dîsa êrîş biribû ser çalakiya nobetê ya li ber Girtîgeha Bakirkoyê û 15 kes destgîr kiribûn û piştre hatibûn berdan.

Agahiyên berfirehtir tên.