Polîsên Tirk ji Microsoftê qeydên 14 hezar kesî dîtin

Polîsên Tirk ji Microsoftê qeydên 14 hezar kesî dîtin

Polîsên Tirk, ji bo wergirtina agahiyên derbarê bikarêheran de serlêdaneke mezin ji bo Microsoftê kir. Polîsên Tirk daxwaza agahiyên derbarê 14 hezar û 483 kesan de kir.

Polîsên Tirk ên ku di van salên awiyê de li hemberî Kurdan û muxalîfan rêbazên sexte yên weke şahidên veşartî û guhdarkirina telefonan, bi kar tînin, vê carê ji şîrketa mezin a nivîsbariyê Microsoftê derbarê bikarhênerên wê de agahî xwest.

Li gorî rapora zîlaliyê ya ku cara yekem ji aliyê Microsoft ve hate weşandin, polîsên Tirk derbarê 14 hezar û 483 kesan de agahî xwestine. Microsoftê diyar kir ku wana agahiyên derbarê 8 hezar bikarhêneran de dan lê belê derbarê mail û peyamên van kesan de agahî nedane.

Piştî Tirkiyeyê Amerîka tê û di navbera wan de ferqek bi qasî 360 kesan heye. Ligel Tirkiye û Amerîkay welatên ku herî zêde agahî ji Microsoftê xwestine; Franse, Alman û Îngilîstan in.