Polîsên Tirk gef li nûçegihana me Zeynep Kuray xwarin

Polîsên Tirk gef li nûçegihana me Zeynep Kuray xwarin

Polîsên Tirk li navçeya Kadikoy a Stenbolê êrîş birin ser çalakiya bîranînê ya ji bo bîranîna Kader Ortakaya ya li ser sînorê Kobanê ji aliyê leşkerên Tirk ve hate qetilkirin. Polîsan gef li nûçegihana ANF’ê Zeynep Kuray a çalakiyê dişopand xwar.

Li navçeya Stenbolê Kadikoyê bi armanca protestokirina qetilkirina jina bi navê Kader Ortakaya ya ku di çalakiya berxwedanê ya li ser sînorê Kobanê de, ji aliyê polîsan ve nîşan lê hate girtin û hate qetilkirin, çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. Polîsên Tirk bi guleyên plastîk, bombeyên gazê û ava şid êrîşî çalakiyê kirin û nehiştin rojnamevan bûyerê bişopînin.

Polîsek sivîl êrîşî nûçegihana me Zeynep Kuray kir û gefa “Ez ê ser û çavên te bişkînim” li Kuray xwar.

Bûyerên piştî êrîşa polîsan destpê kirin, berdewam dikin.