Polîsên Tirk êrîş birin ser parlamenter Aydenîz 

Polîsên ku êrîş birin ser Nobeta Demokrasiyê, derb li wekîla HDP'ê Saliha Aydenîz dan.

Polîsên Tirk bi hinceta biryara qedexeya çalakiya a walîtiyê duh û pêr nehiştin ku çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li dijî qeyûm were kirin. Îro dema ku li Kolana Liseyê hate xwestin çalakî were kirin polîsên Tirk dîsa bi heman hinetê çalakî asteng kir.
Wekîlên HDP'ê Feleknas Uca, Salîha Aydenîz û Mûsa Farisogullari demeke dirêj di nav dorpêça polîsan de man. Wekîl hîn bûn ku 26 kesên ku duh li ber avahiya HDP'ê hatibûn destgîkriin wê bibin edliyê, xwestin ku biçin edliyê. Polîsan nehiştin ku wekîl biçin edliyê, derb li wekîla HDP'ê Saliha Aydenîz dan.