Polîsên numareyên kaskê wan hatine jêbirin dîsa li ser kar in
Di merasîma Rêxistina HDP-HDK ya Kadikoyê ya ji bo bîranîna Qirkirina Ermeniyan de, derket holê ku polîsên êrîş kirin, hejmara dawî ya numareyên kaskên wan ên nasnameya wan pê tespît dibe, hatiye jêbirin.
ZEYNEP KÛRAY / ANF
STENBOL
yekşem, 26 avrêlê 2015, 07:02
Di merasîma Rêxistina HDP-HDK ya Kadikoyê ya ji bo bîranîna Qirkirina Ermeniyan de, derket holê ku polîsên êrîş kirin, hejmara dawî ya numareyên kaskên wan ên nasnameya wan pê tespît dibe, hatiye jêbirin. Kaskên bê numareyên dawî ku nîşan didin ji kîjan yekîne-kom-ekîp û tîmî ne, bi taybetî li serê hin polîsên bombeya gazê û fîşekên plastîk bikar dianîn, bûn.
Mecbûriyeta numareya kaskên polîsan, dîsa hat binpêkirin. Bûyera dawî ya jêbirina kaskan, ku di dema Berxwedana Gezî de gelek caran dihat rojevê, li Kadikoyê xwe da der.
Di êrîşa polîsên sivîl ên çente li pişta wan bû, derket holê ku hejmara dawî ya numareyên kaskê yên piraniya polîsên êrîşî merasîma bîranînê kirin, hatine jêbirin. Halbûkî mecbûriyeta numareyên kaskê yên polîsan, di encama binpêkirina mafên mirovan ên piştî bûyerên 1'ê Gulana 2008'an hatibû destnîşankirin. Li Tirkiyeya ku bi qanûnîbûna 'Pakêta Ewlekariyê ya Hundir' re pêkanînên kêfî yên polîsan zêde bû, balkêş e ku kaskên numareyên wan hatine jêbirin bi taybetî li serê polîsên bi fîşekên gazê zarokan û ciwanan dikujin û birîndar dikin e.