Polîsên Elman di serdegirtinê de dest danîn ser gelek pirtûkan

Polîsên Elmanyayê bi hinceta ala û wêneyên ‘qedexe’ girtibû ser Navenda Civakî ya Kurdan a Bîelefeldê. Polîsan di serdegirtinê de dest danîn ser gelek pirtûk, ala û wêneyan.

Vê sibehê saet di 06.00’an de polîsên Elman derî şikandin û girtin ser Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Bîelefeldê ya Elmanyayê.

Bi dehan polîs tevlî serdegirtinê bûn û pirtûk, ala û wêneyên ‘qedexe’ kirin hinceta serdegirtinê.

Bi qasî 4 saetan lêgerîn hate kirin û polîsan dest danî ser gelek pirtûk, wêne û alayan.

Navenda Civakî ya Kurdan a Bîelefeldê daxuyaniyek da û serdegirtina polîsan şermezar kir.

Li Elmanyayê ya ku bi rejîma Erdogan re tevdigere, di 13’ê Hezîranê de jî polîsan derî şikandibûn û avêtibûn ser komeleya NAV-DEM’ê û buroya Civaka Azad. Polîsan xwepêşandeneke ji bo Efrînê kiribû hincet a ku plansaziya wê hatibû kirin lê pêk nehatibû.

HEVGIRTINA BI KURDAN RE JÎ BÛYE SÛC

Polîsên Elmanyayê bi salan e saziyên Kurdan û çalakiyên wan ên siyasî û çandî dike hedef. Kesên ku piştgiriya Kurdan dikin jî dibin hedefa polîtîkayên krîmînalîzasyonê. Di meha Gulanê de ji ber ku di rojbûna 200’emîn a Karl Marx de alaya YPG/YPJ’ê vekiribû, têkildarî parlementera eyaletê ya Partiya Çepgir, Marjana Schottê lêpirsîn hatibû destpêkirin.

Di 2’ê Adara 2017’an de Wezareta Karê Hundir giştînameyek şandibû ji eyaletan re û diyar kiribû ku alayên YPG û YPJ’ê jî di nav de gelek sembolên Kurdan hatine qedexekirin.

QEDEXE LI SER TORÊN CIVAKÎ JÎ DOMIYA

Di meha Niîsanê de polîsên eyaleta Bayernê kesên ku alayên YPG û YPJ’ê li ser medyaya civakî par ve kirine, ji xwe re kir hedef. Kerem Schamberg ê ku li Munîhê hîndekarê zanîngehê bû, bi hinceta ku piştgiriya YPG’ê kiriye, polîsan girtibûn ser mala wî.

Di heman demê de pirtûk û CDyên muzîkê jî dibin hedef. Di meha Adarê de polîsan girtibûn ser Weşanên Mezopotamyayê û Mîr Mûltîmedîayê û sê rojan lêgerîn pêk anîbûn. Di vê serdegirtinê de polîsan dest danî ser bi hezaran pirtûk, CD û arşîva stranan. Di heman demê de polîsan dest danîbûn ser ferhengên Kurdî-Elmanî û pirtûkên ji bo perwerdehiya zarokan jî.