Polîsê Pîroze Orhan tehdît û taciz kir divê bê darizandin

Polîsê Pîroze Orhan tehdît û taciz kir divê bê darizandin

Cemîteya Rojnamegerên Azad û ÎHD'ê ya Amedê li avahiya ÎHD'ê daxuyanî dan û zextên polîsan ên li ser rojnamegeran şermezar kirin. Di civînê de Endama Venêrtina Rêveberiya Cemîyeta Rojnamegerên Azad Pervin Yerlikaya Babîr, hişyarî kir û xwest zextên li ser xebatkarên çapemeniya azad û hemû rojnamegeran bi dawî bibe.

Cemîyeta Rojnamegerên Azad û ÎHD'a Amedê bi boneya zextên li ser rojnamegeran û zexta polîsan a li ser nûcegîhana DÎHA'yê Pîroze Orhan şermezar bike, li şaxa ÎHD'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Serokê Cemîyeta Rojnamegerên Azad Hayrettin Çelîk, Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî, Endama Venêrtina Rêveberiya Cemîyeta Rojnamegerên Azad Pervin Yerlikaya Babîr û endamê Rêveberiya Cemiyetê ya Rojnamegerên Azad Hakki Boltan amade bûn. Ewil Serokê ÎHD'ê Racî Bîlîcî, diyar kir ku di serdema hikûmeta AKP'ê de zextên li ser çapemeniyê û rojnamegeran zêde bûye û wiha got: "Niha nêzî 70 xebatkarên çapemeniyê girtî ye. Ev nîşaneya zêdebûna zextên li ser çapemeniyê ye. Em wekî parazvanên mafên mirovan vê zexta li ser çapemeniyê qebûl nakin û kesên dixwazin bi van zextan bigêjin armanca xwe, xwe dixapînin. Bi dehan rojnameger hatin qetilkirin. Lê rojnameger kevneşopiya çapemeniya azad berdewam dikin û rastiyan dinivîsin."

EV NÊZÎKATIYA HOVANE NAYÊ QEBÛLKIRIN

Endama Venêrtina Rêveberiya Cemîyeta Rojnamegerên Azad Pervin Yerlikaya Babîr jî hişyarî kir û xwest zextên li ser xebatkarên çapemeniya azad û hemû rojnamegeran bi dawî bibe. Yerlikaya, anî ziman ku di hemû zext û zordargiyên li Tirkiyeyê de çapemenî jî para xwe jê digire û wiha got: "Çapemeniya kurd û muxalif ku çapemeniya azad diparêzin, herd tim rastî zextan tên. Di sedsala 21'an de jî zextên li ser xebatkarên çapemeniya azad berdewam dike. Lê ev zext dê negêjin armanca xwe. Dewlet û hikûmet dixwazin rojnamegerên azad bi zext û gefan wan ji doz û armanca wan dûr bixin. Dema nûçeyan dişopînin rastî zextên polîsan ên fîzîkî tên. Hefteya borî ji hem nûçegîhana DİHA hat binçavkirin û hem jî nûçegîhanek din a DÎHA ji aliyê polîsan ve rastî gefan hat. Di van rojên ku hikûmet behsa gavên demokratîkbûnê dike de dixwazin mafê ragihandinê yê civakê ji destê civakê bigire û zextan li ser çapemeniyê zêde dike. Em vê nêzîkatiya li dijî rojnaemgerên azad a hovene qebûl nakin. Em bang li rayedaran dikin û dibêjin rojnameger kesên herî girîng ên civakê ronî dikin û rê li pêş civakê vedikin. Nûçegîhana DÎHA Piroze Orhan çend roj berê ji aliyê polîsan ve rastî gefan hat. Orhan anî ziman ku kesê ew tacîz kir xwe wekî polîs nîşan da. Divê ev kes demek berî demekê bê tespîtkirin û der barê wî de lêpirsîn bê vekirin. Em carek din bang dikin û hişyar dikin ku polîs zext û zora li ser rojnamegeran bi dawî bikin û dawî li vê helwesta xwe bînin."

Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Azad Hayrettin Çelî jî diyar kir ku polîtîkayên salên 1990'an ên li ser çapemeniya azad berdewam dike û xwest der barê van kesên zextan pêk tîne de lêpirsîn bê vekirin.