Polîsê Ethem kuşt jî got ‘PSVK’
Polîsê Ethem kuşt jî got ‘PSVK’
Polîsê Ethem kuşt jî got ‘PSVK’
Polîsê bi navê Ahmet Şahbaz ku Ethem Sarisuluk kuşt, wek dozên berê yê dişibin vê bûyerê got ‘Min rayeya ku qanûna daye min bikaranî’. Serokwezîr Erdogan jî bo rayeya polîsan zêde bike amadekariyan dike.
Serokwezîrê tirk Erdogan, dê di PSVK’ê de guherînan bikin û rayeya polîsan a bikaranîna çekan zêde bike. Ev daxuyanî ji niha de polîs bi hêz kirin. Polîsê li Enqereyê li Ethem Sarisuluk xist, xwe pişt Qanûna Wezîfa û Selahatiya Polîsan û got: “Min rayeya ku qanûnan daye min bikaraniye.
Di îfadeyên dadgeh û dozgeriyê yên ku gihiştine destê ANF’ê de polîs wiha îdia dike: “Min ji bo ku xwe ji lîncê rizgar bikim, gule berda hewa.’ Polîs îdia dike du roj şûnde ji televizyonê hîn dike ku Ethem Sarisuluk hatiye birîndar kirin û Şahbaz wiha îdia kir: “Min çeka xwe berê wê da hewa. Koma girseyê bi ser min de hat. Min di wê demê de rayeya ku dewletê daye min bikaranî. Ez wisa difikirim.”
Parêzeran polîsan jî got di çarçoveya PSVK’ê de bikaranîna çekan şert e. Polîs Ahmet Şahbaz ku pirsa rapora edlî tipa a aydê Sarisuluk jê hat pirsîn jîg ot der barê raporê de tiştekî ez bêjim nîne.
Parêzer Kazim Bayraktar got ew dê îtîrazê berdana polîs bikin û got şert û mercên parastina rewaş ava nebûne. Bayraktar got ji serê bûyerê de heta niha Midûriyeta Polîsan û Walitiya Enqereyê delîlan vedişêrin.